Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Jin / Frauen

Frauen

Hûn li vir agahdarîyên girîng li ser mijara jinan dibînîn

Maf / Rechte

Eve ji 60 salan zêdetire di zagonên (qanûnên) Almanya de wekheviya jin û mêr bi bingehî hatiye bi cîhkirin. Di jîyana wan ya hevdûre de ev cîhbûyîn di gelek cîhande zelale:

  • Biryarên girîng li ser jîyanê an bi hevre tên standin, an jî her kes ji bo xwe distînê.
  • Qedexeye ku jin, an jî mêr werin lêxistin, bi zorê li wan têkeliya zayendî, an jî bi kotekî ya zewaca werê kirin.
  • Jin di jiyana pîşeyî, wek di daîrên siyasetê de, her wûha wek mêra serfirazin û wek wan têne kabûl kirin, jin di arteşa Federal de cîh distînin û ji merán zêdetir xwendina zanyarî di qedînin.
  • Her diçê mêr malbatêde erkan bêhtir distînîn ser milê xwe. Mêr ji bo perwerde û lênêrîna zarokan demê xwe didin, an jî li ehlên xwe dinêrin.

Hûn agahîyên zêdetir yên alîkarane li ser mijara maf/mafên jinan di malpera Sazîya Navendî ya Federal ji bo perwerdeyîya sîyasî dibînîn.

Hûn dikarîn pelikê li ser mijara mafên bingehî di zimanê Almanî, Îngîlîzî, an jî Erebî her wiha ji malpera Sazîya Navendî ya Federalî ji bo perwerda sîyasî bê pere daxistin bikîn.

Hûn li vir digîhjîn sernivîsan

„Vakâra (şerefa) mirovan nayê destdayîn.“           

„Hemû mirov li gel zagonê (qanûnê) wekhevin.“

Hindarîyên (wazîfedarên) wekhevîyê (li navça Schleswig-Flensburg'ê) / Gleichstellungsbeauftragte (im Kreis Schleswig-Flensburg)

Li Elmayê hindarên (wazîfedarên) wekheviya pîşeya bingehî û pîşeya dûhevî heye. Berê navên van hindarên (wazîfedarên) jinan bû. Hindarîya (wazîfa) wan eve ku, piştevanîya (teşwîkê) mafê wekhevîyê di rêvebirîyên fermî û di şaredarîyan de, daîrên fermî û revebirîyên bajerokan de bikin û di van pirsan de şêwirmendîya jin û mêran bikin.

Ji bo li ser pêwîstî û mafên teybeti, yên jinan, zarokan û malbatan bal werê kîşandin, hindarên (wazîfedarên) wekhevîyê her sal gelek kesên din re rojên çalekîyê çêdikin, wek:

  • Roja jinan ya navnetewî (8.3.)
  • Roja yekîtîya jinan yan katolikan li Almanye
  • Roja malbatan ya navnetewî (15.5.)
  • Roja zarokan li cîhanê (20.9)
  • Roja navnetewî ya dijê zefta li ser jinan (25.11)

Ev ji xeyrî van jî herdem tekilî û pêkanîna projên nû, yên ku rewşa jîyanan jinan û keçan baştirdikin, dikin.

Rêvenama (Proje) û civînên bihevre ji bo koçberan bi hevkarîya sazîyên livehevxistina pêxistinê (entegrasyonê) tên pêkanîn.

Hûn agahîyên zêdetir li ser lêbatên (faalîyetên) hindarîyên me di malpera bajerokêde dibînîn.

Corinna Philipsen

Kreis Schleswig-Flensburg/
Kreisverwaltung
Soziales
930 Gleichstellungsstelle

Flensburger Straße 7
24837 Schleswig

Zeft (zordarî) / Gewalt

Hûn alîkarîya seretayî û lezgînî ya dijê zefta li ser jinan di bin vê Hotline’de dibînîn!

Telefona alîkarîyê di bin navê „zefta li ser jinan“ li tevahîyê Almanya Federal ji bo jinên ku zeft û zordarî dîtine, an jî hêjî dibînin, pêşniyarîk ya şêwirmendîyê ye. Di bin hejmara telefona 08000 116 016 û bi rîya şêwirmendîya Online, ji kijan niştemanîyê ji bê, ji bo hemû kesên ku vê zeft û zordarîyê dibînin, bi kelem an jî bê kelem – salê 365 roja, herdemi piştgirî tê kirin. Ev pêşniyarî di gelek zimanan de tê pêşkêş kirin. Mirov, heval û karmendên pispor jî, bi bênavî û belaş tên şîret kirin.

Li Almanye jî xedara rastîye ku, ji alîyê mêran dijê jinan li herderî, herdem û di her aweyî zordarî dibê. Bi rengik bi tirsê herî hevpare ku, ev zeft di têkilîyê jiyana bi hevre de çêdibê; ger bi zewicayî an jî ne zewicayî, mêr gelek caran jinên ku, ew ji xweve wan hezdikin, dilnizm dikin, lêdanê, pehîna, heqaret, destdrêjî û bazserdanî (tecavûzê) li wan dikin. Lêkolîna herî nû dîyar dikê ku, ji her çar jinan yek di mal de zeft û zordarîyê dibînin û ji her jinan heft zordarîya zayendî (cinsîyetê) dibînê. Jinên ji her imrî, xwedîyê her asta xwendiyê û bi her xûyanîyêde vê tiştê dijîn.

Ji tevna tirsê û ji girêdayîyan ji van kesan re ne hêsanîye rêyik werê peydakirin û hatîye îspatkirin ku ev xetere (tehlûkeye), lê belê bi derfete! Li Almanye her jin xwedî mafê jîyanek bê zeft û tedayîyê ye û ji bo vê jî zagonên (qanûnên) parastinê û sazîyên şêwirmedîyê, yên ku ji bo van kesên di nav çerçûva zordarîyêdene, alîkarî û parastinê dikin, hene.

Zagona (qanûna) parastina ji zordarîyê

Her jin ji bo ewlekariya xwe zanistvan e, ji bo vê yekê bi teybet pîvanên (tedbîrên) parastinê yên kesane û şaxsî zor girîngin. Li gel wê bi ser de jî pivanên (tedbîrên) parastina ji alîyê hûqûqa sivîl jî hene.

Ev dikarin bi taybetî:

  • Rêzdariyên (talîmatên) parastinê,
  • Bikaranînana malê bi rengekî kesayetî
  • Mafê bi tenê ya çavderîyê (ya welayetê)/ ji bo cîhmayina zarokan û
  • Rawistandin/sînorkirina mafê têkilîyê

ji dadgehê bixwazîn.

Ji bilî vê, ji bo gilîkirinê (wekî mînak: birîndarkirina laş, şopandin û bûyerên wek wan) derfetên din yên ji hevdû cûda hene:

  •  Li gel her deverê polîsan
  •  Li gel her serdozgerîyê an jî
  •  Li gel her parêzgerek jin, ya van kesan dişînê derin din hene.

Rênîşandan

Li Schleswig-Holstein‘ê polîs, ger mal an jî xanî li ser navê mêr hatibê qeydkirin jî, xwedî derfete ku, kesê zordarî û lêxistin kiriye, ji bo heya 14 rojan ji mal derxîne û mifta (kilîta) malê jê bistînê.

Polîs jî ikare ji wî kesîre qedexe bikê ku, ev neyê deverên ku hûn bi neçarî lê dirawestin (wek baxçê zarokan-Kindergarten). Polîs hemdemî bi rênîşandanê cîhê ji şêwirmendîya heremî, ya ji bo jinan berpirsîyare, li ser bûyera lêxistin û zordarîya malêde agahdar dikê, ku da ev sazî bi jêhatî serî li kesê zordarî dîtî, bidê û ji bo alîkariyê bikarê jêre pêşnîyara şewirmendîyê pêşkêş bikê. 

Mala Jinan 

Hûn li vir alîkari û sitarîyê dibînîn.

Navnîşan:

Polîs

Zentralstation Schleswig »
Friedrich-Ebert-Str. 8
24837 Schleswig
Karte anzeigen
Telefon: 04621 840 oder 84311
Telefon: 110

Kik (pelka ji bo rewşa acîl)

Pelka rewşa acîl Kik (PDF, 151 kB, 24.09.2020)

Cîhên şêwirmendîya jinan

Hûn li vir pêşnîyarên ji hevdû cûda yê alîkariyê dibînîn

Frauenzentrum Schleswig e.V.

Capitolplatz 4
24837 Schleswig

Frauenzimmer e.V.

Frauenfachberatung und Notruf

Schmiedestraße 18
24376 Kappeln

Frauennotruf / Wilma »

Nikolaikirchhof 5
24937 Flensburg

Telefon: 0461 90 90 82 00

Weißer Ring Schleswig »
Telefon: 04624 809024
Fax: 04624 309012

Tendiristî / Gesundheit

Bijîskên (Doxtorên) Jinan / Frauenärzt*Innen

Divê jin bi sererast (salê 2 caran) xwe li gel bijîşkek yê jinan bi sekirineka (mûayena) jinekolojîyê bikin, da ku nexweşîya mihtemel werê rawestandin û tişta derkevê holê werê tedawî kirin.

Di rewşek ya ducaniyê (hamîletîyê) de sekirinekên (mûaynên) sererast ya bergirtinên pêşîn, yên çavdêriya tenduristiya dayik û zarok raçav dikin, tên pêkanîn.

Hûn bijîşkxanên jinan li vir dibînin:

https://www.lîsta-spî.de/de/bijişk/lêgerîna bijiskê/

Ducanî / Schwangerschaft

Hevparî, zayendî, plankirina malbatîyê û ducanitî mijarên giring yên jiyanê ne. Dezgehên  ji hevdû cûda dikarin ji were di vê navberê de li ser hemû pirs û pirsgirêkan şîretan bidin û piştgiriya we bikin (wek navenda Jinan li Schleswig’ê – Frauenzentrum e.V. Diakonisches Werk, Schutzengel ûwd.)

Alîkarî ji bo jinên bi ducanî di dema tengasîyê de:

Heke zayînek wek bi bawerbûn tê hêvîkirin, hingê di bin vê hijmara telefonêde 08004040020 alîkarî tê kirin.






Dawîkirina ducanîyê

Gava jinek li Almanya zarokjiberbirin bidê berçav (ne giringe ku ji bo çi sedemên şexsî ji bê), jêre herdem namek pêwîstê, lê belê heke pêşîya wê ti sedemê pîvanên (tedbîrên) bijîşkî (li ser xeterîya jîyanê, ya kesê bi ducanîye) an jî bûyerên krîmînolojîk (ducanîbûn bi sûçê zayend -cinsî) nebin, namek ji alîyê bijîşke (doxtor) ne hatibê tesbît kirin. Sazîyên şêwirmendîya li ser nakokîyên ducanîyê hatine naskirin (wek navenda jinan Schleswig e.V., Diakonisches Werk), dikarin piştî danûstandinek kesanî vê namê bidin. Li Almanye dikarê zarokjiberbirin heya dawîya hefteya 12.  ya piştî zarok ketibê rehima jinê de (bi rêya emelîyatê/bidezgehî an jî bi dermanan) werê pêkanin.

Hûn agahîyên zêdetir li vir dibînîn:

Navenda şêwirmendîya jinan (Frauenzentrum) ya bajeroka Schleswig-Flensburg‘ê rûpelik ya agahdarîyê bi navnîşanan di gelek zimanan de dayê vergerandin:

Şêwirmendîya di nakokîya ducanîyêde _Farisî (PDF, 591 kB, 20.02.2017)

Weqfa Federal / di ducanîyê û zayîbûnê de alîkarîya yekcarî

Ji bo jinên bi ducanî, yên ku di „rewşek ya tûnebûna aborîyê de ne“ weqfa Federal bi navê „dê-û -zarok“ ji bo xemilandina cîhê zaroka nû diravên (perên) zehfî amade dikê, daxwazname ji bo vê dikarê di sazîyên wek navenda jinan (Frauenzentrum) e.V. û li gel Diakonisches Werk piştî axavtinek ya kesanî werê kabûl kirin. Ev baxşînen weqfa Federal, tene heke alîkarîyên din yên sosyalî têr nekin, an jî ne demê xwede bi gihişin (prensîba jêrîn!), pêkane ne (mimkinin). Ji bo axavtinek ûsa ev namên li jêr, ji bo hesabkirina pêwîstîya kesaneyî tên xwestin:

- Pasa dê

- Nasname dê

- Hemû delîlên li ser devar û bacên (xercên) dayîkê, yên mehanî (heke hebê, yên bav jî), ango wek kirê, lêçûnên (mesrefên) xanî yên zêde, sixorte, krêdî ûwd.

- Nama kabûlî an jî redkirina daxwaznama ji bo xemilandina cîhê zaroka nû, ji alîyê navenda sosyalî (bi pêşeyatî, dayîna sosyal ya zagonî (qanûnî!)

- Ev tê tercîh kirin: Dîyarkirina hisaba (Kontoya) we bi xwe, ya ku diravên (parên) ku hatine hisabkirin, ya ji bo demê bi tahmînî du mehan pêşîya roja zayîbûnê, werê hawalekirin.

Baxşînen waqfê wek debarê nayê hisabkirin.

Agahdarîyên zêdetir û destrûpel di 15 zimanên cûda de di van malperan de hatine qaydkirin:

http://www.waqfa Federal-dê-û-zarok.de/belvoka agahdarîyê-waqfa Federal.html

Demê Wevestanê (Betlanê), Çand û Komel / Freizeit, Kultur und Vereine

Gelek komelên werzîşê (sporê) ji komên jinan  yên teybet pêşnîyar dikin. Pirsîyarkirin hêjaye! Ji kerema xwe, bi sedema ku gelek pêşnîyar hene, bi rîya Lînka https://www.ksvsl-fl.de/ serî li komela werzîşê (sporê) ya bajerokê bikin. 


Xwerêxistina koçberan ZIK ZAK e. V. (Navenda berhemdarî ya navnetewî& navenda hemû çandan e.V.) ji bo nêrîne we yên pirçandî cîhên bê dirav (pere) pêşnîyar dikê. Kursên dirav (pere) li ser mijarên ji hevdû cûda sererast tên pêkanîn. Heke ev bala we bikşînê, bi rîya  zikzak@posteo.de bi komelê re bikevin têkilîyê.

Jinên ji gûndan jî ji bo hemû jinên berhemdar û serbixwe, yên ku li gûndan dijîn, pêgeh (forûm) kin. Jinên ji hemû komên pîşeyan û imran dikarîn xwe xwe bejdarê vir bikin, bikar bînin, renkdayîna bikin, gotinên xwe bêjin, gûhdar bikin, pîrozkirina bikin, wevestan bikin û disa taqetê tejî bikin. Hûn dikarîn agahîyên li ser perwerda bêhtir, danûstandina ramanan, axaftin ûwd. li gel 33 komelên heremî û komela bajarok û komela Eyaletê peyda bikîn. Gelek ji van pêşnîyaran bi delameta lêçûyîna (mesrefa) ne!

Ji kerema xwe ji bo têkilîya bi jinên ji gûndan ji komela navçeya Schleswig-Flensburg‘ê e.V agahdarîyan ji vê malperê derxin https://www.jinêngûndan-schleswig-flensburg.de/ bistînin.

Hûn di melpera Interenetê ya navça SL-FL di bin sosyal (Soziales) navnîşanên navenda xortan dibînîn. Li vir jî gelek pêşnîyar hene.

Ji bilê vê jî pêşnîyarên ji bo wevestanên vêga di rûpela xêrhatinê (Willkommensseite) her roj di bin CİVÎNAN de tên weşandin. Hûn li wir hevdîtin û komen jinan, yên balkêş li bajeroka Schleswig-Flensburg‘ê dibînîn.

Di gelek bajarokên navça Schleswig-Flensburg’e de ji bo penaber û koçberan pêşnîyar hene. Ji kerema xwe li gel rêvebirê xwe, li gel komelên heremî, li gel serokatîya şaredarîyê, an jî li gel rêvebirîya daîran, xwe agahdar bikin. Hûn agahîyên zêdetir di rûpela: http://www.schleswig-flensburg.de/Rêvebirîya-Navçe-/St%C3%A4dte-%C3%84mter-û-Bajerokande dibînîn

Kar û Pîse / Arbeit und Beruf

Gelo cîhana pîşeyê bala we dikşînê?

Hingê ev pêşnîyarên alîkarîyê û kesên mihatab ji were amadene:

Beratungsstelle Frau § Beruf Flensburg, Kreis Schleswig-Flensburg »

Katharina Petersen

Große Str. 21-23
24937 Flensburg

Telefon: 04 61 - 296 26


Beauftragte für Chancengleichheit am Arbeitsmarkt des Kreises Schleswig-Flensburg »

Frau Anika Nissen

Regionale Integration
Flensburger Str. 7
24837 Schleswig

Telefon: 04621 87-274
Fax: 04621 87-3002


Anerkennungsberatung zu ausländischen Berufsabschlüssen »

Industrie- und Handelskammer zu Flensburg

Heinrichstraße 28-34
24937 Flensburg

Telefon: 0461 806 806
Fax: 0461 806 9806


IQ Qualifizierungsberatung »

Umwelt Technik Soziales e. V.
Frau Edibe Oguz

Flensburger Str. 7
24837 Schleswig

Telefon: Tel.: 0157 536 171 35


Alle an Bord Schleswig Flensburg »

Frau Catharina Wege

Industrie- und Handelskammer zu Flensburg
Heinrichstraße 28-34
24937 Flensburg

Telefon: 0461 806317