Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Maf / Rechte

Eve ji 60 salan zêdetire di zagonên (qanûnên) Almanya de wekheviya jin û mêr bi bingehî hatiye bi cîhkirin. Di jîyana wan ya hevdûre de ev cîhbûyîn di gelek cîhande zelale:

  • Biryarên girîng li ser jîyanê an bi hevre tên standin, an jî her kes ji bo xwe distînê.
  • Qedexeye ku jin, an jî mêr werin lêxistin, bi zorê li wan têkeliya zayendî, an jî bi kotekî ya zewaca werê kirin.
  • Jin di jiyana pîşeyî, wek di daîrên siyasetê de, her wûha wek mêra serfirazin û wek wan têne kabûl kirin, jin di arteşa Federal de cîh distînin û ji merán zêdetir xwendina zanyarî di qedînin.
  • Her diçê mêr malbatêde erkan bêhtir distînîn ser milê xwe. Mêr ji bo perwerde û lênêrîna zarokan demê xwe didin, an jî li ehlên xwe dinêrin.

Hûn agahîyên zêdetir yên alîkarane li ser mijara maf/mafên jinan di malpera Sazîya Navendî ya Federal ji bo perwerdeyîya sîyasî dibînîn.

Hûn dikarîn pelikê li ser mijara mafên bingehî di zimanê Almanî, Îngîlîzî, an jî Erebî her wiha ji malpera Sazîya Navendî ya Federalî ji bo perwerda sîyasî bê pere daxistin bikîn.

Hûn li vir digîhjîn sernivîsan

„Vakâra (şerefa) mirovan nayê destdayîn.“           

„Hemû mirov li gel zagonê (qanûnê) wekhevin.“