Kreis Schleswig-Flensburg
Hindarîyên (wazîfedarên) wekhevîyê (li navça Schleswig-Flensburg'ê) / Gleichstellungsbeauftragte (im Kreis Schleswig-Flensburg)
Li Elmayê hindarên (wazîfedarên) wekheviya pîşeya bingehî û pîşeya dûhevî heye. Berê navên van hindarên (wazîfedarên) jinan bû. Hindarîya (wazîfa) wan eve ku, piştevanîya (teşwîkê) mafê wekhevîyê di rêvebirîyên fermî û di şaredarîyan de, daîrên fermî û revebirîyên bajerokan de bikin û di van pirsan de şêwirmendîya jin û mêran bikin.
Ji bo li ser pêwîstî û mafên teybeti, yên jinan, zarokan û malbatan bal werê kîşandin, hindarên (wazîfedarên) wekhevîyê her sal gelek kesên din re rojên çalekîyê çêdikin, wek:
- Roja jinan ya navnetewî (8.3.)
- Roja yekîtîya jinan yan katolikan li Almanye
- Roja malbatan ya navnetewî (15.5.)
- Roja zarokan li cîhanê (20.9)
- Roja navnetewî ya dijê zefta li ser jinan (25.11)
Ev ji xeyrî van jî herdem tekilî û pêkanîna projên nû, yên ku rewşa jîyanan jinan û keçan baştirdikin, dikin.
Rêvenama (Proje) û civînên bihevre ji bo koçberan bi hevkarîya sazîyên livehevxistina pêxistinê (entegrasyonê) tên pêkanîn.
Hûn agahîyên zêdetir li ser lêbatên (faalîyetên) hindarîyên me di malpera bajerokêde dibînîn.