Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Zeft (zordarî) / Gewalt

Hûn alîkarîya seretayî û lezgînî ya dijê zefta li ser jinan di bin vê Hotline’de dibînîn!

Telefona alîkarîyê di bin navê „zefta li ser jinan“ li tevahîyê Almanya Federal ji bo jinên ku zeft û zordarî dîtine, an jî hêjî dibînin, pêşniyarîk ya şêwirmendîyê ye. Di bin hejmara telefona 08000 116 016 û bi rîya şêwirmendîya Online, ji kijan niştemanîyê ji bê, ji bo hemû kesên ku vê zeft û zordarîyê dibînin, bi kelem an jî bê kelem – salê 365 roja, herdemi piştgirî tê kirin. Ev pêşniyarî di gelek zimanan de tê pêşkêş kirin. Mirov, heval û karmendên pispor jî, bi bênavî û belaş tên şîret kirin.

Li Almanye jî xedara rastîye ku, ji alîyê mêran dijê jinan li herderî, herdem û di her aweyî zordarî dibê. Bi rengik bi tirsê herî hevpare ku, ev zeft di têkilîyê jiyana bi hevre de çêdibê; ger bi zewicayî an jî ne zewicayî, mêr gelek caran jinên ku, ew ji xweve wan hezdikin, dilnizm dikin, lêdanê, pehîna, heqaret, destdrêjî û bazserdanî (tecavûzê) li wan dikin. Lêkolîna herî nû dîyar dikê ku, ji her çar jinan yek di mal de zeft û zordarîyê dibînin û ji her jinan heft zordarîya zayendî (cinsîyetê) dibînê. Jinên ji her imrî, xwedîyê her asta xwendiyê û bi her xûyanîyêde vê tiştê dijîn.

Ji tevna tirsê û ji girêdayîyan ji van kesan re ne hêsanîye rêyik werê peydakirin û hatîye îspatkirin ku ev xetere (tehlûkeye), lê belê bi derfete! Li Almanye her jin xwedî mafê jîyanek bê zeft û tedayîyê ye û ji bo vê jî zagonên (qanûnên) parastinê û sazîyên şêwirmedîyê, yên ku ji bo van kesên di nav çerçûva zordarîyêdene, alîkarî û parastinê dikin, hene.

Zagona (qanûna) parastina ji zordarîyê

Her jin ji bo ewlekariya xwe zanistvan e, ji bo vê yekê bi teybet pîvanên (tedbîrên) parastinê yên kesane û şaxsî zor girîngin. Li gel wê bi ser de jî pivanên (tedbîrên) parastina ji alîyê hûqûqa sivîl jî hene.

Ev dikarin bi taybetî:

  • Rêzdariyên (talîmatên) parastinê,
  • Bikaranînana malê bi rengekî kesayetî
  • Mafê bi tenê ya çavderîyê (ya welayetê)/ ji bo cîhmayina zarokan û
  • Rawistandin/sînorkirina mafê têkilîyê

ji dadgehê bixwazîn.

Ji bilî vê, ji bo gilîkirinê (wekî mînak: birîndarkirina laş, şopandin û bûyerên wek wan) derfetên din yên ji hevdû cûda hene:

  •  Li gel her deverê polîsan
  •  Li gel her serdozgerîyê an jî
  •  Li gel her parêzgerek jin, ya van kesan dişînê derin din hene.

Rênîşandan

Li Schleswig-Holstein‘ê polîs, ger mal an jî xanî li ser navê mêr hatibê qeydkirin jî, xwedî derfete ku, kesê zordarî û lêxistin kiriye, ji bo heya 14 rojan ji mal derxîne û mifta (kilîta) malê jê bistînê.

Polîs jî ikare ji wî kesîre qedexe bikê ku, ev neyê deverên ku hûn bi neçarî lê dirawestin (wek baxçê zarokan-Kindergarten). Polîs hemdemî bi rênîşandanê cîhê ji şêwirmendîya heremî, ya ji bo jinan berpirsîyare, li ser bûyera lêxistin û zordarîya malêde agahdar dikê, ku da ev sazî bi jêhatî serî li kesê zordarî dîtî, bidê û ji bo alîkariyê bikarê jêre pêşnîyara şewirmendîyê pêşkêş bikê. 

Mala Jinan 

Hûn li vir alîkari û sitarîyê dibînîn.

Navnîşan:

Polîs

Zentralstation Schleswig »
Friedrich-Ebert-Str. 8
24837 Schleswig
Karte anzeigen
Telefon: 04621 840 oder 84311
Telefon: 110

Kik (pelka ji bo rewşa acîl)

Pelka rewşa acîl Kik (PDF, 151 kB, 24.09.2020)

Cîhên şêwirmendîya jinan

Hûn li vir pêşnîyarên ji hevdû cûda yê alîkariyê dibînîn

Frauenzentrum Schleswig e.V.

Capitolplatz 4
24837 Schleswig

Frauenzimmer e.V.

Frauenfachberatung und Notruf

Schmiedestraße 18
24376 Kappeln

Frauennotruf / Wilma »

Nikolaikirchhof 5
24937 Flensburg

Telefon: 0461 90 90 82 00

Weißer Ring Schleswig »
Telefon: 04624 809024
Fax: 04624 309012