Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Tendiristî / Gesundheit

Bijîskên (Doxtorên) Jinan / Frauenärzt*Innen

Divê jin bi sererast (salê 2 caran) xwe li gel bijîşkek yê jinan bi sekirineka (mûayena) jinekolojîyê bikin, da ku nexweşîya mihtemel werê rawestandin û tişta derkevê holê werê tedawî kirin.

Di rewşek ya ducaniyê (hamîletîyê) de sekirinekên (mûaynên) sererast ya bergirtinên pêşîn, yên çavdêriya tenduristiya dayik û zarok raçav dikin, tên pêkanîn.

Hûn bijîşkxanên jinan li vir dibînin:

https://www.lîsta-spî.de/de/bijişk/lêgerîna bijiskê/

Ducanî / Schwangerschaft

Hevparî, zayendî, plankirina malbatîyê û ducanitî mijarên giring yên jiyanê ne. Dezgehên  ji hevdû cûda dikarin ji were di vê navberê de li ser hemû pirs û pirsgirêkan şîretan bidin û piştgiriya we bikin (wek navenda Jinan li Schleswig’ê – Frauenzentrum e.V. Diakonisches Werk, Schutzengel ûwd.)

Alîkarî ji bo jinên bi ducanî di dema tengasîyê de:

Heke zayînek wek bi bawerbûn tê hêvîkirin, hingê di bin vê hijmara telefonêde 08004040020 alîkarî tê kirin.






Dawîkirina ducanîyê

Gava jinek li Almanya zarokjiberbirin bidê berçav (ne giringe ku ji bo çi sedemên şexsî ji bê), jêre herdem namek pêwîstê, lê belê heke pêşîya wê ti sedemê pîvanên (tedbîrên) bijîşkî (li ser xeterîya jîyanê, ya kesê bi ducanîye) an jî bûyerên krîmînolojîk (ducanîbûn bi sûçê zayend -cinsî) nebin, namek ji alîyê bijîşke (doxtor) ne hatibê tesbît kirin. Sazîyên şêwirmendîya li ser nakokîyên ducanîyê hatine naskirin (wek navenda jinan Schleswig e.V., Diakonisches Werk), dikarin piştî danûstandinek kesanî vê namê bidin. Li Almanye dikarê zarokjiberbirin heya dawîya hefteya 12.  ya piştî zarok ketibê rehima jinê de (bi rêya emelîyatê/bidezgehî an jî bi dermanan) werê pêkanin.

Hûn agahîyên zêdetir li vir dibînîn:

Navenda şêwirmendîya jinan (Frauenzentrum) ya bajeroka Schleswig-Flensburg‘ê rûpelik ya agahdarîyê bi navnîşanan di gelek zimanan de dayê vergerandin:

Şêwirmendîya di nakokîya ducanîyêde _Farisî (PDF, 591 kB, 20.02.2017)

Weqfa Federal / di ducanîyê û zayîbûnê de alîkarîya yekcarî

Ji bo jinên bi ducanî, yên ku di „rewşek ya tûnebûna aborîyê de ne“ weqfa Federal bi navê „dê-û -zarok“ ji bo xemilandina cîhê zaroka nû diravên (perên) zehfî amade dikê, daxwazname ji bo vê dikarê di sazîyên wek navenda jinan (Frauenzentrum) e.V. û li gel Diakonisches Werk piştî axavtinek ya kesanî werê kabûl kirin. Ev baxşînen weqfa Federal, tene heke alîkarîyên din yên sosyalî têr nekin, an jî ne demê xwede bi gihişin (prensîba jêrîn!), pêkane ne (mimkinin). Ji bo axavtinek ûsa ev namên li jêr, ji bo hesabkirina pêwîstîya kesaneyî tên xwestin:

- Pasa dê

- Nasname dê

- Hemû delîlên li ser devar û bacên (xercên) dayîkê, yên mehanî (heke hebê, yên bav jî), ango wek kirê, lêçûnên (mesrefên) xanî yên zêde, sixorte, krêdî ûwd.

- Nama kabûlî an jî redkirina daxwaznama ji bo xemilandina cîhê zaroka nû, ji alîyê navenda sosyalî (bi pêşeyatî, dayîna sosyal ya zagonî (qanûnî!)

- Ev tê tercîh kirin: Dîyarkirina hisaba (Kontoya) we bi xwe, ya ku diravên (parên) ku hatine hisabkirin, ya ji bo demê bi tahmînî du mehan pêşîya roja zayîbûnê, werê hawalekirin.

Baxşînen waqfê wek debarê nayê hisabkirin.

Agahdarîyên zêdetir û destrûpel di 15 zimanên cûda de di van malperan de hatine qaydkirin:

http://www.waqfa Federal-dê-û-zarok.de/belvoka agahdarîyê-waqfa Federal.html