Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Dembuhêrk û Çande / Freizeit und Kultur

Giştî

Li Navçeya Schleswig-Flensburg gelek Yaneyên cuda hene. Ev rêkxistine ji Kesên xwedî heman berjewendî an yên li pey heman armancan digerin. Herkes dikare bibe Endamê Yanekê û Xizmetên wê bikar bîne. Ko Kesek bibe Endam, pêdviye Perê endamtiya di Yanê de bide. Eger Mirov alîkariyê ji Bingeha Kar (Jobcenter) werbigire, derfetên Mirov hene ko Perekê kêm ji bo endamtiyê bide.

  • Li Navçê hene:
  • Yanên Musîkê
  • Yanên Werzişê
  • Komelên Civakî
  • Komeleyên Parastina Ajelan
  • Yaneyên Hunerî
  • Yaneyên Ciwanan

Û gelek yên din.

Yaneyên xwedî kevneşopiyeke dûr û dirêj li Elmanyayê, heke tu dixwazî di têkiliyê de bi Kesên ko di Bajarê xwe an Gundê xwe de bî ji bo tu Pêzanînan li ser evan Komele û Yanan bibînî, me çend Raman ji we re amade kirine digel Lînkên wan.


Di Malpera Navçeya Schleswig-Flensburg tu dikarî di bin Sernivîsa Çande û Perwerde (Kultur und Bildung) Pêzanînan li serYane û Komelên li Navçê bibînî www.schleswig-flensburg.de/Kultur-Bildung

Jiyana Çandeyî li Navçê rengîn û cudacuda ye.

Şanoya Dewletê li Schleswig-Holstein Bernameya xweya Salê li Navçeya Schleswigê nîşan dide. Herwesa gelek Şano yên piçûk yên Deverê hene, ko ji wan hene bi Zimanê Schleswig-Holstein yê kevin (Plattdeutsch) Şanoyên xwe pêşkêş dikin.

Li hin ciyên Navçê Mûze hene. Li Schleswig Muzexana Dewletê bi Pêşangehên xwe yên cuda heye.

Pirtûkxane gelek derfetên fêrbûna Zimanê Elmanî pêşkêş dikin. Li her Bajar û Gundan dikarî seredana Pirtûkxanê bikî. Hinek Pirtûkxane hijmarek sînorkirî ji bo Pertûkên bi Zimanên biyanî hene. Ew bi Bername û pêşengehan tên naskirin. Li wir ji bo nimune êvarên Xwendina Pertûkan ji bo Zarokan tên rêkxistin.


QutiyaMedyayê, Willkommen in Schleswig Holstein,, Lîstik û Pertûk bi taybetî ji bo Penaberan ji Pertûkxaneya giştî ya Schleswig, ko li Nivîsîngeha Alîkariya Penaberan Haddeby-Schleswig” in der Königstraße 6 in Schleswig.

Ji bo Zarok û Ciwanan li Navçeya me Pêşniyazên dewlemend hene.

Li Navendên Ciwanan yên Bajar û Gundan gelek Çalakî li demên Azad de tên encamdan. Hin ji van Navendan Alîkariya Ciwanan di Dersên harîkariya Karmalê (Hausaufgabenhilfe) de jî dikin.

Di Malpera Navçeyê de li bin Familie und Soziales hun dikarin Navnîşanên Navendên Ciwanan bibînin www.schleswig-flensburg.de

Kreisjugendring di dema Vehêsana Cejnavejînê (Osterferien) Kampa Navnetewî ya Zarokan li Neukirchen li hindavî Deryaya Baltîk saz diket. Ji ber ko tîma piştgiriyê tîmeke Navnetewî ye, derfetek başe bo wan Zarokan ko Zimanê Elmanî baş nizanin.

Ji bo Agehiyên zêdetir seredana Bingehê Kreisjugendring li Schubzstr. 60, 24837 Schleswig yan Malpera wan ya Internêt www.kjr-sl-fl.de.


Bi Rêya Pakêta Perwerde û Tevlêbûnê, Zarok û Ciwan dikarin di Rewşên cuda de alîkariyê ji bo dayîna Pereyê Beşdarbûnê di van Komele û Yana de werbigirin.