Bîmeya (Sixorta) Tenduristiyê / Krankenversicherung
Her kesê li Almanyê dijî, pêwîste ku li gel bîmek (sixortek) ya nexweşîyê hatibê bîme (sixorte) kirin. Ji meha çila 2016 vê penaber li Schleswig-Holstein’ê di demê ku doza penaberîyê dimeşê, lê belê doza wan ya penaberîyê nebaş dawî bibê jî (bi hiştinê – Duldung’ê bimînê), li ser daîra sosyalê -Sozialamt (li bajaroka Schleswig-Flensbrurg’ê Navenda Sosyalê-Sozailzentrum) bi bîmeya (sixorta) tendurîstîyê tên bîme (sixorte) kirin. Hûn di rewşên usa de ji AOK’yê kartik ya bîmeya (sixorta) tendurîstîyê distînin. Divê hûn vê karta bîmeya (sixorta) tendurîstîyê di çûna li gel hemû bijîşkan (doxtoran) û nexweşxanan de xwere bibîn. Di vê kartê de hemû agahdarîyên girîn, yên ku bijîşk (doxtor) ji we dixwazê, hene.
Gava we destûra rûniştinê (îqamê) stand, hûn dikarîn sazîya bîmeya (sixorta) tendsûrîstîyê bi xwe hilbijêrîn.
Bîmeya (sixorta) tendurîstîyê lêçûnên (mesrefên) nexweşîyê distînê ser xwe. Gava hûn dermanan bikirîn, pêwîstê hûn bihak biçûk bidîn. Bi adetî ev 10% ji bûhayê dermanan, lê belê ev bi kêmanî 5,- €, bi zêdeyî 10,- € digrê. Heke derman ji alîyê bijîşkê werin nivîskirin, hingê derman ji bo zarok û ciwanan heya gihiştina imrê 18 salî belaşin.
Hûn heya di doza penaberîyê de bin, ji were di 15 mehên pêşî ya rûniştina li Almanye, ji bo sekirinek (mûayena) teybet, an jî ji bo reçetên ji alîyê bijîşkê (doxtor) we tên dayîn, erêkirina navenda sosyalê (Sozialzentrum’ê) pêwîste. Ji kerema xwe vê ji karmendê ku berpirsiyarê we ye, bipirsin. Hûn navnîşanên navendên Sosyalê (Sozialzentren) li bajeroka Schleswig-Flensburg‘ê di bin Menü‘ya Soziale Leistungen- AsylbLG dibînin.