Hilbijartin û Serdana Bijîsk / Auswahl und Besuch von Ärzt*innen
Hûn dikarîn li Almanya bijîşkê (doxtor) xwe bi xwe hilbijêrîn. Bijîşkek baş wê gûhdariya we bike û ji were daxûyan bidê ku, ewê we çima û çawa tedawî bikê. Bijîşkên malê (Hausarzt) hene ku, ew bijîşkên giştî ne û mûhatabên we yên yekemînen. Ji bo pirsgirêkên tendurîstîya taybet bijîşkê malê wê dişînê li gel bijîşkêk pispor. Bijîşkên pispor ji bo gelek nexweşîyan, wek yên dil, yên çerm, urolojî, jinekolojî ûwd. hene.
Heke hûn ji bijîşkê (doxtorê) xwe ne razî bin, hûn dikarîn bijîşkê xwe bigûhrîn.
Hûn dikarîn di vê malperêde bijîşkê li nêzîkê xwe bigerin: https://geranadoxtor.kvsh.de/.
Hûn dikarîn ji bîle vê ji pêşiye serdane bijîskê xwe/terapîyê xwe ji navenda sosyalê (Sozialzentrum’ê) bipirsîn ku, gelo ew lêçûnên
(mesrefên) verger (tercûman) distînin ser xwe an ne?
Hûn ji bo axavtina li gel bijîşk (doxtor) (bi Almanî/Erebî) di vê danêde hinek peyv (kelîmên) û hevok (cimle) yên bikartên dibînîn:
Ji bo seredana bijîşk peyv û hevok bikartên PDF, 70 kB
Pelên li ser diroka nexweşîyê di 17 zimanan de ji bo nexweş û bijîşkan hatîyê pêkanîn, hûn van li vir dibînîn