Kreis Schleswig-Flensburg
Di Rewşa Awarte de / Im Notfall
Li vir hûn dikarin Jimare Telefonên giring bibînin.
Polîs / Polizei
Di Rewşên Awarte de Dezgehên herî giring ji bo te Polîs in. Li Elmanya ew Ewlekarî û Yasaayê diparêsin. Ne bi tenê te diparêsin li ser Rêyan yan li Ahengan, lê belê di Rewşên Awarte de ew ji bo Alîkariya te amade ne. Polîsên Mêr û yên Jin hene, herdu wek hev in heman Karî dikin û heman Maf wan hene.
Di demên Awarte de li Elmanya Mirov Telefona Jimare 110 dike. Bingehê Polîsan wê Nav û Paşnav, Cade, Temen, Jimara Telefonê û Pêzanînan li ser Rûdanê ji te bixwaze û dûre wê Gavên din bên avêtin û bi Telefonê wê Şîreta bidine te.
Agirkuj, Qeza, Rewsa Awarte / Feuerwehr, Unfall, Notfall
Di Dea agirpêketinê de yan rizgarkirina Mirovekî ji Qeza, Rewşa Awarte ya Teniristî de Telefona Jimare 112 bike.
Xizmeta amadebasa Doktoran di Dema Nexwesiyê de / Ärztlicher Bereitschaftsdienst (bei Krankheit)
Dema te pêwîstî bi Doktor hebe û Doktorê Malê zû amade nebe û tu nizanî kîjan Doktorê din li nêzîkî te di Kar de ye, Telefona Jimare 116 117 bike. Ev Jimare ji bo nasîna Xizmet û Demên Karên Doktoriyê li hemû Elmanya. Ev Jimare ya bê Kodê Bajar e.
Telefona Awarte ya Dermanxaneyan / Apothekennotruf
Eger hûn li Rojên Vehêsanê li Dermanxaneyekê digerin, ji rindiya xwe re Telefona Jimara
0800 - 00 - 22833 bê beramber ji Telefona Malê bikin.
Telefona Mobîl (69 ct/Deqîqek): 22833.
Polîsê Federal, Gumrik / Bundespolizei, Zoll
Erkê Polîsên Federal Parastina Sînor e. Dema ko hûn di Rê de hatin Elmanyayê hûn rastî Polîsê Federal hatin li ser Sînor, li Balafirgehê û di Dema xwe tomarkirinê wek Penaber li ser Sînor.
Karmendê Gumirkê bi Unîformê Kesk tên dîtin. Karê wan Rêgirtine li Qeçaxiyê û Karê Reş.
Jimara Telefona Polîsê Federal 0049 800-6 888 000 e.
Jimarên Telefonên din ji bo Rewsên Awarte / Weitere Nummern im Notfall
Friyaketin / rizgariya Derya / Seenotrettung
Firyaketina Deryayê Alîkariya Kesên di tengasiyê de li nava Deryayê de dike. Herwesa Ji
Çalakiyên wan rizgarkirina Mirovan ji şikestin û binavbûna Gemiyan, Agirkujiya li nav Deryayê û gerîn li Mirovan , Gemiyan ne.
Dema hûn li nav Deryayê de di tengaviyê dabin Telefona van Jimara biken:
Ji Telefona Malê: 0049 421-536 870
Ji Mobilê: 124 124
Astengkirina Ec û Kartên Kirêdîtê / Sperrung der EC – und Kreditkarten
Dema hûn EC Karta xwe peyda nekin yan hatibe dizîn Telefona Jimara Astengkirina Kartan bike. Da di heman Dem de Kartê Asteng bikin.
Telefona van Jimarên jêr bike:
Bingehê Alîkarîkirna Astengkirinê 116 116
EC-Karte 00491805021021
VISA 0800-8118440
Master Card 0800-819 1040
Bingeha Bîmakirina Tirimbêlan / Zentralruf der Autoversicherer
We Qezaka Trafîkê derbaskir û hûn çi Pêzanînan li ser Bîma Kesê dinê yê di nav Bûyerê de nizanin , hûn dikarin Telefona 018025026 bikin ji bo tomarkirina Qezayê.
Telefona Baldana Ruhî / Seelsorgetelefon
Kirîs û Problem dibe li her Demekê Jiyanê rûberûyî me bibin. Problem digel Hevjîna/ê xwe yan dibin hêrêşên Kesên din (mobbing) li Dibistanê yan li Cihê Kar, Birîndarbûn li Cihê Kar , Nexweşî û bi tenêbûn, Pirsên bi vî rengî Mirovî ji Aliyê nêrv de digehînin Asta dawî. We pêwîstî bi Alîkariyê heye Telefona Jimare jêrê biken:
Telefona Jinan (Frauentelefon) 0800-116 016
Telefona Zarok û Ciwanan (Kinder und Jugendtelefon) 0049800-1110333
Telefona Baldana Ruhî 0049 800-1110111, 0049 800-1110222