Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz
Suche

Baxçê Zarokan / Kindergarten

Ji 01.08.2013an her Zarokek ko Sala Yekê ji Temenê derbas kir, Mafê Yasayî di Cihekî de li Baxçê Zarokan an lênerîna Rojane de heye. Ji bo pêşveçûna Zarokê/a we pir giring e ko ew zû bête amadekirin û bi Armanc bête Perwerdekirin, bi taybetî ji dema ko Temenê wê/î guncav be ji bo fêrbûna Ziman û amadekirina Zarok ji bo Dibistanê.


Navê Zaroka/ê xwe di demê Yasayî de li Baxçeyên Zarokan Tomar bike û bila herdem di bala te de be ko caran Daxwaz ji kapasît (Karîn)ê zêdetir e.

 

Li Elmanyayê gelek Derfetên cuda yên Lênerîna Zarokan hene.

Zarokên bi Temenê xwe heta sê Salan:

  • Komên Çarlepk (Zarokên ko meşa wan li ser Dest û Çokan e.) (Krabbelgruppen)
  • Çavdana Dayik û Bav-Rojane (yên bi Roj Çavdêriya Zarokên Temen Piçûk dikin.) Tagesmütter/ Tagesväter
  • Koma Lîstika(Lîstikên Derdor) Spielkreise
  • Mala Zarokan/ Baxçeyê Zarokên di destpêka Jiyana xwe de (Kinderkrippen)
  • Baxçeyê Zarokan yên Temenên têvel (altergemischte Kindergärten)

Ji Temên 3 Salî ta Temenê Dibistanê

  • Baxçê Zarokan (Kindergärten)
  • Dezgehên din yên pêş Dibistanê
  • Çavdana Dayik û Bav-Rojane (yên bi Roj Çavdêriya Zarokên temen Piçûk dikin.) Tagesmütter/ Tagesväter

Ji Temenê Dibistanê

  • Dibistanên Tevahiya Rojê (Ganztagsschulen)
  • Lîstikxaneya Zarokan û Dibistanên li jêr Çavdêriya Civakiya Zanista Perwerdeyî (Horte)
  • Karmal û Lênêrîn di Erkên Malê de (Hausaufgabenbetreuung)
  • Dibistanên bi Çavdêrî (Betreute Schulen)