Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Dibistan / Schulen

Li Schleswig-Holstein 9 Salên Perwerde neçare ye, piştî perwerdeya Dibistan Pîşeyî fêrbûn ta Temenê 18 Salan neçare ye. Ji bo çûyîna Zarokan bi rêkûpêkî ji bo Dibistanê Dê û Bav ew berpirs in.

Hemû Zarokên ko li Elmanyayê dijîn divê biçin Dibistanê!!! Eger Zarokê we neçe Dibistanê , dibe hûn siza bibin, di Rewşên xerab de wê Polîs jî bikeve nav kar.

Çûyîna Dibistanên Fermî beş in. Herwesa li Elmanya yê Dibistanên Taybet jî hene ko bi piranî Xerciyên van Dibistanên taybet gerek Dê û Bav bidin.

Dibistana Seretayî / Grundschule

Li Schleswig-Holsteinê hemû Zarokên ko di Temenê 6 Salî de ne, gerek biçin Dibistana Seretayî. Çûyîna Dibistanê di Temnê 6 Salî de zûtir û direngtir jî dibe. Ji ber egerê nêzîkbûna cihê Mala Xwendekarî , Zarok li ser Dibistanan tên dabeşkirin. Dê û Bav divê Zarokên xwe li Dibistanê Tomar bikin. Dê û Bav ji aliyê Dibistanê ve tên agehdarkirin ji ber dema Tomarkirinê. Ji ber ko li Dibistana Seretayî Fêrbûn mecbûrî ye hemû Zarok lê tên wergirtin û tomarkirin, berevajî Baxçê Zarokan Mirov xeman naxwe ji bona cihekî li Dibistanê bi dest bixe. Li Elmanyayê Tomarkirina Zarok li Dibistanekê ko Dê û Bav dihilbijêrin çêdibe.

Li Dibistana Seretayî ji bo hemû Xwendevanan dema Dersên Rojane jî tên diyarkirin. Ji bo Pola/Sinfa 1 û 2, Rojane 4 Wane/Ders.Ji bo Sinfên 3 û 4, Rojane 5 Wane.

Ev Gelek Dibistanên Seretayî xizmeta lêhnêrînê û harîkariya ji bo Karmal (Betreuung) piştî û berî destpêkirina Waneyan pêşkêş dikin û bi vî rengî alîkariya Dê û Bavan dikin ko bi Azadî biçin ser Kar. Ev Lênêrîn bi Pere ye.

Dibistanên din ji bo berdewamiya Xwendina li Dibistanê (di Asta Lîseya I û II de) / Weiterführende Schulen (Sekundarstufe I und II)

Piştî ko Zarok Dibistana Seretayî bidawî tînin, heryek li gor karînên xwe seredan Dibistanên Perwerdeya Taybet (Förderzentrum), Dibistana giştî(Gemeinschaftsschule), Dibistana Bilind/Amadeyî (Gymnasien) dikin. Di vê navberê de, gelek Dibistan hene ko Bernameyên Rojane ji bo çalakiyên di dema Valademê de ji bo Xwendekaran pêşkêş dikin.

Sîstema Dibistanê ji Dibistanên Navîn pir ji hev cuda ye. Biryardan ko kîjan Dibistana Navîn ji bo Zarokê we başe , ev bi Mamoste û Zarokê we ve girêdayî ye.

Bi kurtî Li vir hûn dikarin van Dibistanan bibînin:

  • Dibistana navîn a Asayî heta Sinfa 9an 10an (Hauptschulen)
  • Dibistana navîn a pêşketî (Real) heta Sinfa 10an
  • Dibistanên bi piralî ve an bi Perwerdeyên cuda, li vir Xwendevan dikarin Dibistana navîn a Asayî (Hauptschule) an Dibistana navîn a pêşketî (Realschule) bi dûmahî bînin.
  • Dibistana bilind an Amadeyî heta Sinfa 12an 13an. (Gymnasien)
  • Dibistana tevayî/ giştî I (bê an jî bi Asta jorîn ya Dibistana Bilind an Amadeyî, Xwendevan dikarin hemû cûreyên xwendinê bi dûmahî bînin). (Gesamtschulen)

Li Elmanyayê gelek Derfet hene ko zêdetir xwe piştî evan Dibistanan perwerde bikin û heta Şaneyê qedandina Dibistana Jorîn (Abitur) bi dûmahî bînin. Ev ji bo Mafê beşdarbûn an ketina Zankoyê de pêdivî ye.

Di seranseriya demên Dibistanê de Xwendevan derfeta guhartina Dibistanê heye, eger Pile û Asta wan, ewê Destûr û Derfetê bide. Sîstema Dibistanê li Elmanyayê pir nerme û gelek Derfetên Pîşeyî yên Profesyonal ji Xwendevana re vedike. Evê Derfetê bikar bîne û Perwerda xwe bilind û bicih bike. Bi dûmahîanîna Dibistana Bilind te Mafê fêrbûn û Perwerdeyê di gelek Pîşeyan de heye. Herwesa Mafê ketina Zankoyê.

Geştên Dibistanê, Seyran an Gerên heta Êvarî , Aheng û Şehyanên Dibistanê, Dersên Avjenî û Çalakiyên din yên Dibistanê, parek giring ji Jiyana Dibistanê ne. Rê bidin Zarokên xwe ko tevî evan Çalakiyan bibin. Beşdarbûna Zarokan di Jiyana Dibistanê de wan bi hêz dike.

 

Zarokê we diçe Baxçê Zarokan û her Hefte çend Dersên wî yên taybet hene ji bo baş fêrî Zimanê Elmanî bibe û amadebûna wê/î ji bo bi serkeftin derbasî Dibistanê bibe, dikin.

Eger hûn û Malbata we nû hatibine Elmanyayê û Zarokên we di Temenê Dibistanê de ne, Zaroka/ê we dê pêşiyê biçe Klasa (DaZ) bi Wateya:”Elmanî ji bo Biyaniyan” li vir ew ji aliyê Mamostayên taybet yên perwerdekirî ji bo zimanê Elmanî , wê Fêrî Ziman bibin.
Li dûre Zaroka/ê we, wê karibe derbasî Sinfa xwe bibe û têkeve Dersên normal. Di gava duyemîn de, Zaroka/ê we dikare li hin mijaran girêdayî Sinfên Normal de beşdar bibe. Berî ko ew bi temamî derbasî nava Pola xwe bibe an jî zanîna ziman têrê bike di Heftiyê de wê çend Demjimêran Dersên Zimanê Elmanî bistîne. Ka kîjan Navendên DAZ ji bo Zaroka/ê we berpirsyare hûn dikarin ji Dibistanên li Herêma xwe bipirsin.

Ji Temenê 16 Salî, Ciwan diçine Dersên (DaZ) li Bingehê Perwerda Pîşeyî (BBZ).

Gelek caran Dê û Bav ji xwe dipirsin bi kîjan Zimanî gerek bi Zaroka/ê xwe re bipeyvin. Peymangeha Dewletê (Staatsinstitut für Fachpädagogik) li München li ser vê Babetî Namyek Şîretan bi Zimanên cuda belav kiriye (mehrsprachiger Elternbrief).