Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Veguhastin / Cihguherbarî / Mobilität

Civaka me ji her Demê bi Çûnûhatintir e, ger bi Peya be an li ser Lingan , bi Bisklêtê, bi Trimbêlê de, bi Otobûsê be, bi Rêhesinî (Tirên, Metro)an bi Balefirê be. Çûnûhatin bûye yek ji Nîşanên Jiyana me ya Rojane.

Li vir hûn dikarin Zanyariyan li ser Yasaya Tirafîkê û Agahiyên giştî li ser Mijara çûnûhatinê û Veguhastinê li Elmanyayê bibînin.

Baldar be di Trafîkê de!! (mehrsprachig)

Ajotina Bisiklêt / Radfahren

Li vir hûn dikarin bi gelek Zimanan Pêzanîn û Bingehên herî giring li ser ajotina Bisiklêtê bibînin.

Awayê dirist di Çûnûhatina gistî de an Karê Barekî ji Cihekî ber bi Cihekî din ve (Otobus, Sivahesin, hd.) / Richtiges Verhalten in den öffentlichen Verkehrsmitteln (Bussen, Bahnen etc.)

Hin Bingeh hene ko ji te re di bikaranîna Çûnûhatina giştî de Pêwîst in. Li vir hûn dikarin hin Têbîniyan li ser çewaniya Tevger an Çûnûhatinê bibînin:

• Bila herdem di Demên siyarbûnê de Bilêteke derbasbûnê bi te re be! Nedana Heqê (Schwarzfahren) siyarbûnê (bê Bilêt) li Elmanyayê ji bo siyarbûna bê Bilêt hûn dê Siza bi Perekî zêde bibin.

• Beriya tu siwar bibî, destûrê bide Siwabûyên ko dixwazin ji Tirên an Bûs h.d. peya bibin.

• Eger tu Kesê Kal, Pîr, Jineke ducanî an jî Kesekî kêmendam an seqetî bibînî, ji rindiya xwe re ji bo rûniştinê Kursiya xwe bide wan.

• Eger hûn bi Zarokan re Rêvingiyê bikin, bala xwe bidin ko Zaroka/ê xwe bi tiştekî ve mijûl bikin da ko Rêwiyên din tengav nekin an Mafê wan binpê nekin.

• Mûzîkê bi Dengê bilind guhdarî neke.

• Telefonkirin bila di Ast û qebareya guncav de be.

• Dema tu ji ser Kursiya xwe radibî, berî çûnê cihê xwe paqij bike.

• Bi giştî hişyarî Kesên din yên Rêwî be wan nedehfîne.

• Hişyarî Xêza spî be ya ko li rex Şivhesinî ve hatiyê çêkirin ko di Dema hatina Tirênê de berî rawestandinê jê derbas nebî.