Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Rajeyên Civakî / Soziale Leistungen

Elmanya Dewleteke Dabînker e (Sozialstaat). Ev tê çi Wateyê? Di Bingehê de, her Hevwelatiyek di Rêya Kar de barê Jiyana xwe helbigire û ji bo Jiyana xwe xemê bixwe. Dewlet alîkariya wan Kesan dike ko nikarin Barê Jiyana xwe helbigirin. Dewlet hewil dide ko Cîyawaziyan wekhev bike. Ji ber vê çendê gelek Xizmetên Civakî pêşkêş dike.

Li vir hûn dê hindek ji wan Xizmetan bibînin:

Xizmet li pey Yasa Xizmetên Daxwazkerên Mafê Penaberiyê / Leistungen nach Asylbewerberleistungen (AsylbLG)

Daxwazkerên Mafê Penaberiyê, Biyaniyên helgirên Nasnama (Duldung) Xizmetan (alîkariyê) li pey Yasa Xizmetên Daxwazkerên Mafê Penaberiyê.

Di nav van Xizmetan de evên jêr hene:

  •  Xizmetên Bingehîn ji bo Xwarin, Kirêya Xanî, Gerimkirin, Cil, Lênêrîna Nexwşan û Tiştên Navmalê li gor Mercên pêwîst.
  •  Xizmet ji bo Dabînkirina Pêdviyên Taybetên rojane.
  •  Xizmet di Dema Nexweşî, Ducanî û Zayînê de.

Di Rewşên Taybet de, Xizmetên Derfeta dayîna Xizmetên din jî hene. Bêtir Agahiyan ji Bingeha Civakî (Sozialzentrum) ê Berpirs werbigire.

Soziale Sicherung Eggebek

Kreis Schleswig-Flensburg

Hauptstraße 2
24852 Eggebek

Soziale Sicherung Flensburg-Umland

Kreis Schleswig-Flensburg

Eckernförder Landstr. 65
24941 Flensburg

Soziale Sicherung Handewitt

Kreis Schleswig-Flensburg

Frösleer Bogen 17a
24983 Handewitt

Soziale Sicherung Kappeln

Kreis Schleswig-Flensburg

Schmiedestraße 43
24376 Kappeln

Soziale Sicherung Kropp

Kreis Schleswig-Flensburg

Am Markt 17 h
24848 Kropp

Soziale Sicherung Schleswig-Stadt

ohne Stadtteil Friedrichsberg

Kreis Schleswig-Flensburg

Flensburger Straße 134
24837 Schleswig

Soziale Sicherung Schleswig-Umland

einschließlich Stadtteil Friedrichsberg

Allgemeine Services

Poststraße 8
24837 Schleswig

Xizmetên li peyYasa alîkariya bêkarî II ko tênasîn binavê Hartz IV / Leistungen nach SGB II (Arbeitslosengeld II, umgangssprachlich Hartz IV)

Xizmetên SGB II dikare bête sepandin, eger Serlêder ,,Daxwazker,,

  •  Temenê wî ji 15 salan bêtir e
  •  Dikare bi kêmî 3 Demjimêran Kar bike
  •  Pêdviya Alîkariyê ye (nikare bi xwe barê Jiyana xwe helgire)
  •  Li Almanya rûdinê

Ramana Bingehîna SGB II pêk hatiye ji xwestin û Piştgiriyê. Bêkar tên handan bo xwe Karekî an Perwerdeya Kar bigere. Mebesta sereke ew e ko Karekî peyda bike, ko dahatiyê wî Karî têra wî û Malbata wî biket.

Çawa ev Armanc wê bête bicihanîn? Wê di Peymaneka hevbeş de (Eingliederungsvereinbarung) bête nivîsandin. Bi rêya Pêşniyazên cuda de piştgiriya (Piştgiriya Aborî) Kesan tê kirin ji bo gehiştin bi Armanca (Peydakirina Karê mebestkirî ).

Xizmetên Jêrîn dikarin bên xwastin:

  •  Xizmetên ji bo debara Jiyanê (qaydeyên pêwîst, Xizmetên bêtir, xerciyên Xanî û germkirinê, Bîmeya Nexweşiyê û Bîmeya Çavdêriyê.
  •  Xizmetên ji bo peydakirina Kar.
  •  Xizmetên Pakêta Perwerde û Tevlêbûnê.

Danana Daxwaza alîkariya SGB II li Bingehên Civakî (Sozialzentrum) tê danîn, Navnîşanên Spzialzentrum li jêr Menu AsylbLG bibînin.

Xizmet ji bo Malbat û Zarokan / Leistungen für Familien mit Kindern

Diravê (Perê) Zarokan / Kindergeld

Mafdarên welayeta zarokan, bi adetî jî dêbav dikarin ji bo zarokên xwe diravê (perê) zarokan daxwaz bikin.

Perê zarokan ji bo van kesan tê dayîn:

  • Ji bo zarokên ku perwerdeya pîşeyê dibînin, heya imrê wan bibê 25,
  • Ji bo zarokên bê kar, heya imrê wan bibê 21,
  • Zarokên li Almanyê, li welatek endamê Ewropa (EU), an jî yê welatek endama Yekîtîya Ewrûpa ya Aborîyê (EWR) de dijîn.

Diravê (perê) zarokan ne bi girêdayîya debarê (qezencê) te dayîn!

Ji malbatan re ji bilê vê dikar bi dayîna beyana baca meaşî û ya kazancêde têkberik ya zarokan (Kinderfreibeträge) werê dayîn.

Ji 01.07.2019 pêde diravê (perê) zarokan dîsa hatîye zêde kirin û vêga evkase: 

Daxwaznamê li gel Kasa Malbatan ya sazîya ji bo kar (Agentur fü Arbeit) tê dayîn.

Yarmetîya Zarokan / Kinderzuschlag

Yarmetîya zarokan ji malbatên xwedî debarek (qezencik) kêm re tê dayîn, ku heke:

  • zarok ne zewicîbin û imrê wan di bin 25 de bê û di heman malê de dijîn,
  • debara (qezenca) malbatê ji sinorê herî kêm derbas nebê.

Ev sinora herî kêm ji bo cotan (jin û mêrên hevre dijîn) 900 Euro/gerdûn (brut) û ji bo kesên zarokan bi serê xwe xwedî dikin 600 Euro ye.

  • Mirov gora zagona (qanûna) sosyalê -SGB II- ti alîkariyan, an jî alîkarîya sosyalê nestînê.


Heke ku bi qezenca xwe, bi yarmetîya zarorkan û perên xanî 100 Euro zedetir ji alîkarîya gora zagona sosyalê -SGB II ne kêmtir bê, ji yekê meha Çila 2020 vê hûn dikarîn yarmetîya zarokan ji bistînîn.

Sinorê qezenca herî bilind, ya ku heya nuha derbas dibûya, di yekê meha Çila 2020 de ji holê radibê, hûn dikarin bi debara hinek zêdetir de jî, yarmetîya zarokan bistînîn.

Miqdarê yarmetîya zarokan herî zêde mehê serê zarokê 185 Euro ye.

Hûn daxwazname li gel kasa malbaten (Familienkasse), li vir jî bi rîya online distînîn.

Dêbav dikarin ji bilî vê jî daxwaznamê ji bo alîkarîya perwerdeyîyê û beşdarbûnê bidin, ji bo vê binêrin Perwerdê û Bejdarbûnê di bin menûya lêdîtinê ji A heya Z yê.

Diravê (Perê) Dêbavan / Elterngeld

Dêbavên ku,

  • zaroka xwe piştî dayikbûnê herî zêde 14 mehan bi xwe xwedî dikin,
  • di demê dêbavan (Elternzeit) de ji 30 seetan zêdetir kar nakin,
  • bi zaroka xwe re di malekê de dijîn,
  • cîhê wan yê rûniştinê an jî îqame bi adetî li Almanyê bê,

diravê (perê) dêbavan distînin.

Ji sala 2015 ve ji xeyrî diravê (perê) dêbavan ya bingeh (Elterngeld) diravê (perê) dêbavan biserve (ElterngeldPlus) ji heye.

Diravê (Perê) Bingehî ji bo Dêbav

Heke ji dêbavan herdu kes bejdarê lênêrîna zarokî dibin û bi vî sedemî nekarîn kar bikin, diravê (perê) bingehî yê dêbav ji bo herdu kes dêbav bi giştî 14 mehan tê dayîn, Dêbav dikarin van mehan serbest nav xwede belav bikin. Ji dêbavan yek dikarê herî hindik du û herî zêde diwazde mehan ji bo xwe daxwaz bikê.

Kesên ku zaroka bi xwe xwedî dikin û diravê (perên) dêbav distînin, dikarin bi tevayî ji bo hemû 14 mehan diravê (perê) dêbav bistînin. Dêbav dikarin diravê (perê) bingehî yê dêbav tene 14 mehên pêşî ya jîyana zarokî, bistînin. Piştî vê ev kes dikarin diravê (perê) dêbava biserve (ElterngeldPlus), an jî xelata hevaltîyê (Partnerschaftsbonus) bistînin.

Diravê) Perê Dêbav yê Biserve (ElterngeldPlus)

Perê dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) lihevkirina pîşe (meslek) û malbatê hêz dikê û ji ji bo kesek ya dêbav, yê ku demê standina diravê (perê) disa di pardemde dûxazê bi xebitê, tê dayîn. Dê û bav bi vî rengî dibin xwedî derfet ku, diravê (perê) dêbav ji heya nûha zêdetir haq bikin. Dêbav dikarin diravê (perê) dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) ducara wek demdirêjîya diravê (perê) bingehîyê ji bo dêbav (Basiselterngeld) bistînin: Yek meh diravê (perê) bingehî yê dêbav (Basiselterngeld) kas du mêhên perê diravê (dêbav) yê biserve (ElterngeldPlus) digre.

Heke dêbav piştî dayikbûna zarok kar nekin, hingê bûhayê diravê (perê) dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) nivê diravê (perê) bingehî yê dêbav digrê. Heke dêbav piştî dayîkbûnê pardem bixebitin, dibê ku bûhayê diravê (perê) dêbav biserve (ElterngeldPlus) yê mehanî, aynî wek diravê (perê) bingehî ya dêbav (Basiselterngeld) yê mehanî di pardemde bigrê.

Xelata Hevaletîyê (Partnerschaftsbonus)

Dêbavên ku di demê standina diravê (perê) dêbav de lênêrîna zarokî nav xwede par dikin û hevdem de di navbera 25 û 30 seet bi pardem kar dikin, xelatik ya hevaletîyê (Partnerschaftsbonus) distînin: Ew hingê (diravê) perê dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) çar mehan zêde distînin. Kesên ku zaroka tene bi xwe xwedî dikin, mafdarin ku, xelata heveletîyê bi giştî bistînin.

Hemû dêbav dikarin diravê (perê) dêbav bistînin, lê belê ev girêdayê bi rewşa ku, gelo wan pêşîya dayîkbûna zarok kar kirine, an ne. Bûhayê diravê (perê) dêbav bi dabarê (qezencê) ve girêdayîye.

Dêbavên ku dabara wan zêdeye, sedî 65 ya debara pêşîya dayikbûna zarok distînin, dêbavên dabara (qezanca) wan kême, sedî 100 debara (perê) pêşîya dayikbûna zarok distînin.

Gora debarê diravê (perê) bingehîya dêbav (Basiselterngeld) mehê navbera 300 Euro û 1800 Euro û diravê (perê) dêbav ya biserve (ElterngeldPlus) mehê navbera 150 Euro û 900 Euro ye.

Diravê (perê) dêbav, yê herî kêm hemû kesên ku, piştî dayîkbûnê lênêrîna zaroka xwe tene bî xwe dikin û heftîyêde herî zêde 30 seet di xwebitin, ev wek kesên zaningehê dixwînin, jinên malê, an jî merên karê malê dikin û dêbavên ku ji bo lênêrîna zarokên imirtir nekarin bixebitin.   

Hûn dikarîn bi hisapkirina diravê (perê) dêbav bûhayê diravê (perê) dêbav bi xwe hisap bikîn. Hûn daxwazname û formên din li ser vê li vir peyda bikîn.

Daxwaznama ji bo diravê (perê) dêbav pêwîste bi nivîs verê dayîn. Ji bo vê ji kerema xwe serî li cîhê berpirsîyarê diravê (perê) dêbav bidin:

Daîra Federal ji bo xizmeta sosyalî»

Diravê (perê) dêbav li bajarokê Rendsburg- Eckernförde, Schleswig-Flensburg û bajar 

Diravê (Perê) Zayînê / Mutterschaftsgeld

Jinên usa dikarin diravê (perê) zayînê bistînin:

  • jinên bi dilxwazî an jî bi fermi xwedîyê bîmeya (sixorta) nexweşîyê ne û bi rengî mafdarê standina diravê (perê) nexweşiyê (Krankengeld) ne,
  • jinên karik (karek li male, an jî karek biçûk) di berîya dayikbûna zarok, kirine,
  • jinên di dema ducaniyê de ji alîye kardan bi maqûliyê ji kar hatine derxistin.

Diravê (perê) zayînê di demê parastinê de tê dayin (nabê ku jin di vî demî de kar bikin):

  • 6 Heftîyan pêşiya zayîbûnê û 8 heftîyan piştî demê zayînê,
  • · 12 heftîya piştî zayînê di demik ya zûzarokanînê an jî zayîna bi çend zarokan.

Diravê (perê) zayînê li gora dabara (qezenca) her sê mehên dawî tê hisap kirin û bi rojane herî zêde 13 Euro digrê.

Heke berîya demê parastina dê bi zayîbûnê de debar 390 Euro ya zedetirbûye, diravê (perê) zayînê ji alîyê kardan, wek diravê (perê) dahatî tê dayîn.

Hûn agahiyên zêdetir. yên li ser mijarên malbatê, ducanî û jinan di malpera Wezareta Federal jibo malbatan, piran, jin û ciwanan dibînîn

Rêbernama parastina dê bi zayîbûnê

Perê Xanî / Wohngeld

Alîkariya Xanî (ji bo alîkariya Kirê û herwesa dayina Qistên Xaniyê taybet) Ji boMalbatên xwedî Dahatiyên kêm tête terxankirin.

Miqdara alîkariyê li ser van xalên jêrê tête hesabkirin:

  •  Dahatî û Hijmara Endamên Malbatê
  •  Bilindahiya Çendeka Kirê û Xerciyên din.

Agehiyên bêtir û derxasta Daxwaznamê li ser Malpera Navça Schleswig-Flensburg bibîne.

Perwerde û Beşdarî (Pakêta Perwerdê) / Bildung und Teilhabe (Bildungspaket)

Kesên ko vê Xizmetê werdigrin herwesa dikarin Derxwasta Xizmeta Pakêta Perwerde û Tevlêbûnê jî biken. Agehiyên giştî di bin Babetê A-Z li jêr Bildung und Teilhabe herwesa Forma daxwaza vê Xizmetê li Malpera Birêveberiya Navçê bibînin.

Perê Bêkariyê I (Jidestçûna Kar) / Arbeitslosengeld I (beim Arbeitsverlust)

Karker dikarin Derxwasta Perê bêkariyê I bikin, Dema Bêkar dimînin.

Karker tê nasîn wek Bêkar di Dema:

  •  Edî di nava Kar de nîn e
  •  Bizav ji bo peyda kirina Karekî nû
  •  Xwe bi Rêya Ajansa Kar wek Karlêger Navê tomar kiriye

Bêkar gereke xwebixwe li Ajansa Kar tomar bike û divê pêş Bêkariyê Karek kiribe ko Perê Bîma Civakiya mecbûrî bo Demekî dabît ta ko Mafê derxwastkirina vê Xizmetê hebe.

Eger Şert û Mercên wergirtina vê Xizmetê nivîsekî hatin pirkirin, ev Pere bo Dema 6 – 12 Mehan ji aliyê Ajansa Kar ve, wê bê dayîn. Ji bo Kesên bi Temen mezin dibe ko ev Pere heta 24 mehan bê dayîn.

Bêkar ji bo ewlekariya Civakî divê Karekî ko bi kêmasî 15 Demjmêran di Heftiyê de be Encam bide. Şîret li ser evê Mijarê ji aliyê Ajansa Kar tên dayîn.

Agehiyên bêtir li ser Malpera Ajansa Kar Bundesagentur für Arbeit.

Alîkariya pêsvebirina Perwerda Pîseyî / Ausbildungsförderung (BAföG)

Zagona (qanûna) Federal ya piştevanîya (teşwîka) alîkarîya dewletê ji bo perwerda pîşê, ya ji bo perwerda xwendevanên dibistanê û xwendevanên zaningehê rêkirin dike. Alîkarîya perwerda pîşeyê dive ji aliyekî derfetek ya wekhevî pêkbîne, ji alîyêdin derfetekê bide hemwelatîyan ku da perwerda pîşeyê werê qedînin. Ev piştevanî (teşwîk) ji bo kesên tên perwerdekirin re tê dayîn, lê divê bi adetî di demê despêkirina perwerdekirinêde imrê wan hê ne bibê 30 salî. Lê belê wek ji bo kesên tên perwerdekirin, yên bi sedemên malbatîyê demê derbasbûyîde di standina perwerdê de xwedi kelembûn, îstîsna hene. Îstîsnayên din jî ji bo xwendevanên zaningehê derbas dibin. Hûn agahdarîyên din li virdibînîn.  

Gora zagona (qanûna) Federal ya alîkarîya perwerda pîşeyê (BAFöG) dibê alîkari ji bo xwendina

  •  li dibistanên gelemperî ji sinfa 10 pêde (BaföG’a xwendvanan)
  •  li dibistanên zanîyara pîşeyê (BaföG’a xwendvanan)
  •  li di sinfên dibistanên zanîyarî û yên sinfên zanîyara bilind (BaföG’a xwendevanan)
  • li dibistanên şev yên bingehî, dibistanên avakirina pîşeyê, dibistanên şev yên navendî, dibistana amadekirinê (Lîseyê) û kolejan (BaföG’a xwendevana)
  • li akademî û dibistanên zaningehê (BaföG’a xwendevanên zaningehê an jî kredîya perwerdê)
  • Nû: akademîyên kesayetî yê pîşeyê (BaföG’a xwendina li zaningehê an jî kredîya perwerdê)

were piştevanî (teşwîk kirin).

Perwerdên pîşeyê yên bi sîstema dualî gora BAföG’ê nayin piştevanî (teşwîk) kirin.

Ji bo Piştevanîya (teşwîka) perwerda pîşeyê (Berufaussbildungsbeihilfe (BAB)) dikarê di di hin şartênde daxwazname were dayîn.

Bûhaya piştevanîyê (teşwîkê) girêdayê cûreya cîhê perwerdeyîyê û cîhkirinê ye. Bûhayê piştevanî (teşwîkê) dikarê online were hisapkirin. Ji bo hisapkirinê bikevin li vir.

Alîkarîya BAföG’ê ne tene ji bo hemwelatîyên Almanye’re heye. Hemwelatîyên Yekitîya Ewrûpe, koçber û penaberên li Almanye dijîn jî dikarin alîkarîya aborîya BAföG’ê di demê xwendina zaningehê û xwendina dibsitanê de bistînin. Şertê bingehî eve: Heke kesên bîyanî xwedî neranek (perspektivek) mayîna Almanye bin û di civakê de hatibin pêxistin (entegre) kirin, wek mafdarê piştevanîyê (teşwîkê) derbasdibin.


Ku penaber dikarin alîkarîya BAföG’e bistînin an jî ne, bi rewşa rûniştina (îqama) wan re girêdayî ye. 

Penaberan hatine kabûl kirin (yên ku mafê penaberîyê standine, penaberên bi teybetîya penaberîyê, an jî penaberên bi sedema li welatê wan xeter heyî, hatîne naskirin) bê girêdana demê ku çûkas li Almanye ne, dikarin daxwaznamê li BaföG’ê biken.

Penaberên hatine helgîre (hîştin)kirin û yên xwedîyê rûniştina (îqama) bi hin sedemên mirovatîyêne, heke ev 15 mehin li Almanya dimînin, xwedî mafê standina alîkarîya BaföG’ê ne (binêrin mada 8 xala 2, mada 2 û xala 2a ya zagona (qanûna) BAföG’ê)).

Penaberên ku li ser daxwaznama wan ya penaberîyê hê ne hatîyê biryardan, nikarin daxwaznama li BaföG’ê bidin.

Hûn agahîyên gelemperî di malpera Wezareta Federal ji bo perwerdê û lekolînê de dibînin.

Hûn li vir lêdîtinên li ser derfeta piştevanîya (teşwîka) perwerda penaberan, hemwelatîyên Yekîtîya Ewrûpa û kesên ji hemwelatîyên dewletên sêemîn dibînîn, yên ku sazîya bernama alîkarîya koçberan bi navê „entegrasyon bi rîya zanyarîyê -IQ “damezrandîye,:

Alîkarîya perwerda penaberan_IQ_2019 PDF, 1 MB 

Nizm_derfeta_alîkarîya perwerda hemwelatîyên ji dewletên sêemîn_2018 PDF, 688 kB 

FE_ Lêdîtina Alîlkarîya Perwerdê_EU_16-11-02

Alîkarîya Perwerda Pîşeyê (BAB) / Berufsausbildungsbeihilfe (BAB)

Kesê bi pîşeyê tên fêrkirin (di pîşekêde bi „Azubis“ tên navdarkirin), yên ku li gel dêbavê xwe na rûdinin û şert û mercên pêwîst bi cîh tînin, dikarin serî li piştevanîya (teşwîka) perwerda pîşeyê bidin. Her ûsa beşdarên li pîvanên (tedbîrên) amadekirina perwerda pîşeyê (BvB) dikarin alîkarîya BAB‘ê bistînin.

BAB piştevanîyek (teşwîkek) ya daira Federal ji bo kar (Bundesagentur für Arbeit) e. Bûhayê BAB‘ê di demê perwerdê de girêdayê van şartane:

  • Gora cûra cîhkirinê (xanî)
  • Gora bûhayê diravê (perê) perwerda fêrevan
  • Debara (qezenca) salane yê dêbav, ji dêbavan ya yekê, an jî yê hevparê jiyanê.

Ev piştevanî (teşwîk) ji bo debarê (xerciyên) jîyanê û lêçûnên (mesrefên) ku bi perwerdê re girêdayîne, wek minak lêçûnên (mesrefên) rê û lêçûnên (mesrefên) cilên kar, bûhak yekserî dihindirînê.

Alîkarîya BAB‘ê dikarê ji bo perwerdek ya dervê cîhê kar (ne li cîhek yê kar de) jî werê standin.

Kesên bi pîşeyê tên fêrkirin (Azubis), yên ku di mala xwede rûdinin û alîkarîya BAB’ê distînin, dikarin gora zagona (qanûna) sosyalê, pirtûka duemîn – li ser ewlekarîya bingehî, ya ji bo kesên kar digerin (SGB II) alikarik ya dahatîyê bistînin. Şartê wê ewe ku, heke alîkarîya BAB’ê û debarên din têra xanî û germkirinê ne kê. Lêçûnên (mesrefên) zêde, yên ne maqûl nayin berçav kirin.

Li gel pîvanên (tedbîrên) amadekirina perwerdê (BvB) lêçûnên ji bo girîngîyên xwendinê, lêçûnên girîng yên rêçûnê, lêçûnên alîkarîya hînbûnê û yên cilên kar bê girêdayîya debarê û bi qismî gora bûhayên yekserî tên dayîn. Ji bo kesên kelemdar, yên perwerda pîşeyê dibînin, ji bo alîkarîya beşdarbûna kesên kelemdar li jîyana karde, rêziknamên teybet derbasdibin.

Ji bo kesên bi destûra rûniştinê (Gestatte), ya piştî dayîna daxwazname penaberîyê tê standin û bi rûniştina hatîye helgîr (hîştin)kirin (Gedultete)

Heya hûn di 15 mehên pêşî li Almanya, alîkarîyê gora mada 3 ya zagona (qanûna) alîkarîya penaberan (AsylbLG) distînîn, ger hûn dest bi perwerdeya pîşeyê bikîn û ti alîkarîya perwerda pîşeyê nestînin jî, dayîna vê alîkarîyê dom dikê.

Kesên bi rûniştina hatîye helgîr (hîştin) kirin dikarin bi derfeta karkiriné piştî 15 mehan jî alîkarîya perwerda pîşeyê bistînin.  

Hûn agahiyên bêhtir di malpera Sazîya Federal ya Kar de dibînîn. 

Xizmetên pey Yasa SGB XII / Leistungen nach SGB XII

Alîkariya Civakî (Sozialhilfe) ji bo debara Jiyanê ye di Dema pîrbûn û lawaziyê de herwesa Xizmetên din di Rewşên taybet de. Lawazî û ji bo ewlekarî di pîrbûna xwe de û di Rewşên Taybet de, ev Xizmet tên dayîn ji bo wan Kesan yên nikarin debara Jiyana xwe bikin. Kesên ko nikarin Kar bikin alîkariyê wek Mûçekî demî ji ber Seqetiyê an Nexweşiyên Demdirêj wedigirin.

Mafê ewlekariya Bingehîn di kalbûn û Lawaziyê de, Kesên bi Temenê mezin ko Temenê wan ji 65 Salan û bêtir e û bi tenê bi Sedemên Nexweşiyê ji bo Kesên bi Temen ji 18 Salî ko ji 3 Demjimêran kêmtir dikarin Kar bikin.

Agahiyên bêtir li ser Malpera https://www.schleswig-flensburg.de/Familie-Soziales/Sozialhilfe bibîne.

Perwerde û Beşdarî (Pakêta Perwerdê) / Bildung und Teilhabe (Bildungspaket)

Kesên ko evê Xizmetê werdigrin herwesa dikarin Derxwasta Xizmeta Pakêta Perwerde û Tevlêbûnê jî bikin. Agehiyên giştî di bin Babetê A-Z li jêr Bildung und Teilhabe herwesa Forma daxwaza evê Xizmetê li Malperê Birêveberiya Navçê tu dikarî bibînî.

Dahata Malnisînî di Temenê pîrbûnê de / Altersrente

Dahata Malnişîniyê tê dayîn, Dema Mirov digehe Temenekî diyarkirî (Regelaltersgrenze) û 5 Salan bi kêmasî li gor Yasa hatibine Bîme kirin.

Kesên Xwedî Bîme yên Ko beriya 01.01.1947 Jidayik bûne dikarin di 65 Salî de Malnişîn bibin, yên din di 67 Salî de wê Malnişîn bibin.

Çendeka Malnişînê girêdayî Dema Bîme, Kar û miqdarê Perê ji bo Bîma Malnişîniyê hatiye dayîn.

Cûreyên din ên Malnişînê hene.

Agehiyên bêtir li vir.