Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz
Suche

Xizmet ji bo Malbat û Zarokan / Leistungen für Familien mit Kindern

Diravê (Perê) Zarokan / Kindergeld

Mafdarên welayeta zarokan, bi adetî jî dêbav dikarin ji bo zarokên xwe diravê (perê) zarokan daxwaz bikin.

Perê zarokan ji bo van kesan tê dayîn:

  • Ji bo zarokên ku perwerdeya pîşeyê dibînin, heya imrê wan bibê 25,
  • Ji bo zarokên bê kar, heya imrê wan bibê 21,
  • Zarokên li Almanyê, li welatek endamê Ewropa (EU), an jî yê welatek endama Yekîtîya Ewrûpa ya Aborîyê (EWR) de dijîn.

Diravê (perê) zarokan ne bi girêdayîya debarê (qezencê) te dayîn!

Ji malbatan re ji bilê vê dikar bi dayîna beyana baca meaşî û ya kazancêde têkberik ya zarokan (Kinderfreibeträge) werê dayîn.

Ji 01.07.2019 pêde diravê (perê) zarokan dîsa hatîye zêde kirin û vêga evkase: 

Daxwaznamê li gel Kasa Malbatan ya sazîya ji bo kar (Agentur fü Arbeit) tê dayîn.

Yarmetîya Zarokan / Kinderzuschlag

Yarmetîya zarokan ji malbatên xwedî debarek (qezencik) kêm re tê dayîn, ku heke:

  • zarok ne zewicîbin û imrê wan di bin 25 de bê û di heman malê de dijîn,
  • debara (qezenca) malbatê ji sinorê herî kêm derbas nebê.

Ev sinora herî kêm ji bo cotan (jin û mêrên hevre dijîn) 900 Euro/gerdûn (brut) û ji bo kesên zarokan bi serê xwe xwedî dikin 600 Euro ye.

  • Mirov gora zagona (qanûna) sosyalê -SGB II- ti alîkariyan, an jî alîkarîya sosyalê nestînê.


Heke ku bi qezenca xwe, bi yarmetîya zarorkan û perên xanî 100 Euro zedetir ji alîkarîya gora zagona sosyalê -SGB II ne kêmtir bê, ji yekê meha Çila 2020 vê hûn dikarîn yarmetîya zarokan ji bistînîn.

Sinorê qezenca herî bilind, ya ku heya nuha derbas dibûya, di yekê meha Çila 2020 de ji holê radibê, hûn dikarin bi debara hinek zêdetir de jî, yarmetîya zarokan bistînîn.

Miqdarê yarmetîya zarokan herî zêde mehê serê zarokê 185 Euro ye.

Hûn daxwazname li gel kasa malbaten (Familienkasse), li vir jî bi rîya online distînîn.

Dêbav dikarin ji bilî vê jî daxwaznamê ji bo alîkarîya perwerdeyîyê û beşdarbûnê bidin, ji bo vê binêrin Perwerdê û Bejdarbûnê di bin menûya lêdîtinê ji A heya Z yê.

Diravê (Perê) Dêbavan / Elterngeld

Dêbavên ku,

  • zaroka xwe piştî dayikbûnê herî zêde 14 mehan bi xwe xwedî dikin,
  • di demê dêbavan (Elternzeit) de ji 30 seetan zêdetir kar nakin,
  • bi zaroka xwe re di malekê de dijîn,
  • cîhê wan yê rûniştinê an jî îqame bi adetî li Almanyê bê,

diravê (perê) dêbavan distînin.

Ji sala 2015 ve ji xeyrî diravê (perê) dêbavan ya bingeh (Elterngeld) diravê (perê) dêbavan biserve (ElterngeldPlus) ji heye.

Diravê (Perê) Bingehî ji bo Dêbav

Heke ji dêbavan herdu kes bejdarê lênêrîna zarokî dibin û bi vî sedemî nekarîn kar bikin, diravê (perê) bingehî yê dêbav ji bo herdu kes dêbav bi giştî 14 mehan tê dayîn, Dêbav dikarin van mehan serbest nav xwede belav bikin. Ji dêbavan yek dikarê herî hindik du û herî zêde diwazde mehan ji bo xwe daxwaz bikê.

Kesên ku zaroka bi xwe xwedî dikin û diravê (perên) dêbav distînin, dikarin bi tevayî ji bo hemû 14 mehan diravê (perê) dêbav bistînin. Dêbav dikarin diravê (perê) bingehî yê dêbav tene 14 mehên pêşî ya jîyana zarokî, bistînin. Piştî vê ev kes dikarin diravê (perê) dêbava biserve (ElterngeldPlus), an jî xelata hevaltîyê (Partnerschaftsbonus) bistînin.

Diravê) Perê Dêbav yê Biserve (ElterngeldPlus)

Perê dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) lihevkirina pîşe (meslek) û malbatê hêz dikê û ji ji bo kesek ya dêbav, yê ku demê standina diravê (perê) disa di pardemde dûxazê bi xebitê, tê dayîn. Dê û bav bi vî rengî dibin xwedî derfet ku, diravê (perê) dêbav ji heya nûha zêdetir haq bikin. Dêbav dikarin diravê (perê) dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) ducara wek demdirêjîya diravê (perê) bingehîyê ji bo dêbav (Basiselterngeld) bistînin: Yek meh diravê (perê) bingehî yê dêbav (Basiselterngeld) kas du mêhên perê diravê (dêbav) yê biserve (ElterngeldPlus) digre.

Heke dêbav piştî dayikbûna zarok kar nekin, hingê bûhayê diravê (perê) dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) nivê diravê (perê) bingehî yê dêbav digrê. Heke dêbav piştî dayîkbûnê pardem bixebitin, dibê ku bûhayê diravê (perê) dêbav biserve (ElterngeldPlus) yê mehanî, aynî wek diravê (perê) bingehî ya dêbav (Basiselterngeld) yê mehanî di pardemde bigrê.

Xelata Hevaletîyê (Partnerschaftsbonus)

Dêbavên ku di demê standina diravê (perê) dêbav de lênêrîna zarokî nav xwede par dikin û hevdem de di navbera 25 û 30 seet bi pardem kar dikin, xelatik ya hevaletîyê (Partnerschaftsbonus) distînin: Ew hingê (diravê) perê dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) çar mehan zêde distînin. Kesên ku zaroka tene bi xwe xwedî dikin, mafdarin ku, xelata heveletîyê bi giştî bistînin.

Hemû dêbav dikarin diravê (perê) dêbav bistînin, lê belê ev girêdayê bi rewşa ku, gelo wan pêşîya dayîkbûna zarok kar kirine, an ne. Bûhayê diravê (perê) dêbav bi dabarê (qezencê) ve girêdayîye.

Dêbavên ku dabara wan zêdeye, sedî 65 ya debara pêşîya dayikbûna zarok distînin, dêbavên dabara (qezanca) wan kême, sedî 100 debara (perê) pêşîya dayikbûna zarok distînin.

Gora debarê diravê (perê) bingehîya dêbav (Basiselterngeld) mehê navbera 300 Euro û 1800 Euro û diravê (perê) dêbav ya biserve (ElterngeldPlus) mehê navbera 150 Euro û 900 Euro ye.

Diravê (perê) dêbav, yê herî kêm hemû kesên ku, piştî dayîkbûnê lênêrîna zaroka xwe tene bî xwe dikin û heftîyêde herî zêde 30 seet di xwebitin, ev wek kesên zaningehê dixwînin, jinên malê, an jî merên karê malê dikin û dêbavên ku ji bo lênêrîna zarokên imirtir nekarin bixebitin.   

Hûn dikarîn bi hisapkirina diravê (perê) dêbav bûhayê diravê (perê) dêbav bi xwe hisap bikîn. Hûn daxwazname û formên din li ser vê li vir peyda bikîn.

Daxwaznama ji bo diravê (perê) dêbav pêwîste bi nivîs verê dayîn. Ji bo vê ji kerema xwe serî li cîhê berpirsîyarê diravê (perê) dêbav bidin:

Daîra Federal ji bo xizmeta sosyalî»

Diravê (perê) dêbav li bajarokê Rendsburg- Eckernförde, Schleswig-Flensburg û bajar 

Diravê (Perê) Zayînê / Mutterschaftsgeld

Jinên usa dikarin diravê (perê) zayînê bistînin:

  • jinên bi dilxwazî an jî bi fermi xwedîyê bîmeya (sixorta) nexweşîyê ne û bi rengî mafdarê standina diravê (perê) nexweşiyê (Krankengeld) ne,
  • jinên karik (karek li male, an jî karek biçûk) di berîya dayikbûna zarok, kirine,
  • jinên di dema ducaniyê de ji alîye kardan bi maqûliyê ji kar hatine derxistin.

Diravê (perê) zayînê di demê parastinê de tê dayin (nabê ku jin di vî demî de kar bikin):

  • 6 Heftîyan pêşiya zayîbûnê û 8 heftîyan piştî demê zayînê,
  • · 12 heftîya piştî zayînê di demik ya zûzarokanînê an jî zayîna bi çend zarokan.

Diravê (perê) zayînê li gora dabara (qezenca) her sê mehên dawî tê hisap kirin û bi rojane herî zêde 13 Euro digrê.

Heke berîya demê parastina dê bi zayîbûnê de debar 390 Euro ya zedetirbûye, diravê (perê) zayînê ji alîyê kardan, wek diravê (perê) dahatî tê dayîn.

Hûn agahiyên zêdetir. yên li ser mijarên malbatê, ducanî û jinan di malpera Wezareta Federal jibo malbatan, piran, jin û ciwanan dibînîn

Rêbernama parastina dê bi zayîbûnê