Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz
Suche

Diravê (Perê) Dêbavan / Elterngeld

Dêbavên ku,

  • zaroka xwe piştî dayikbûnê herî zêde 14 mehan bi xwe xwedî dikin,
  • di demê dêbavan (Elternzeit) de ji 30 seetan zêdetir kar nakin,
  • bi zaroka xwe re di malekê de dijîn,
  • cîhê wan yê rûniştinê an jî îqame bi adetî li Almanyê bê,

diravê (perê) dêbavan distînin.

Ji sala 2015 ve ji xeyrî diravê (perê) dêbavan ya bingeh (Elterngeld) diravê (perê) dêbavan biserve (ElterngeldPlus) ji heye.

Diravê (Perê) Bingehî ji bo Dêbav

Heke ji dêbavan herdu kes bejdarê lênêrîna zarokî dibin û bi vî sedemî nekarîn kar bikin, diravê (perê) bingehî yê dêbav ji bo herdu kes dêbav bi giştî 14 mehan tê dayîn, Dêbav dikarin van mehan serbest nav xwede belav bikin. Ji dêbavan yek dikarê herî hindik du û herî zêde diwazde mehan ji bo xwe daxwaz bikê.

Kesên ku zaroka bi xwe xwedî dikin û diravê (perên) dêbav distînin, dikarin bi tevayî ji bo hemû 14 mehan diravê (perê) dêbav bistînin. Dêbav dikarin diravê (perê) bingehî yê dêbav tene 14 mehên pêşî ya jîyana zarokî, bistînin. Piştî vê ev kes dikarin diravê (perê) dêbava biserve (ElterngeldPlus), an jî xelata hevaltîyê (Partnerschaftsbonus) bistînin.

Diravê) Perê Dêbav yê Biserve (ElterngeldPlus)

Perê dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) lihevkirina pîşe (meslek) û malbatê hêz dikê û ji ji bo kesek ya dêbav, yê ku demê standina diravê (perê) disa di pardemde dûxazê bi xebitê, tê dayîn. Dê û bav bi vî rengî dibin xwedî derfet ku, diravê (perê) dêbav ji heya nûha zêdetir haq bikin. Dêbav dikarin diravê (perê) dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) ducara wek demdirêjîya diravê (perê) bingehîyê ji bo dêbav (Basiselterngeld) bistînin: Yek meh diravê (perê) bingehî yê dêbav (Basiselterngeld) kas du mêhên perê diravê (dêbav) yê biserve (ElterngeldPlus) digre.

Heke dêbav piştî dayikbûna zarok kar nekin, hingê bûhayê diravê (perê) dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) nivê diravê (perê) bingehî yê dêbav digrê. Heke dêbav piştî dayîkbûnê pardem bixebitin, dibê ku bûhayê diravê (perê) dêbav biserve (ElterngeldPlus) yê mehanî, aynî wek diravê (perê) bingehî ya dêbav (Basiselterngeld) yê mehanî di pardemde bigrê.

Xelata Hevaletîyê (Partnerschaftsbonus)

Dêbavên ku di demê standina diravê (perê) dêbav de lênêrîna zarokî nav xwede par dikin û hevdem de di navbera 25 û 30 seet bi pardem kar dikin, xelatik ya hevaletîyê (Partnerschaftsbonus) distînin: Ew hingê (diravê) perê dêbav yê biserve (ElterngeldPlus) çar mehan zêde distînin. Kesên ku zaroka tene bi xwe xwedî dikin, mafdarin ku, xelata heveletîyê bi giştî bistînin.

Hemû dêbav dikarin diravê (perê) dêbav bistînin, lê belê ev girêdayê bi rewşa ku, gelo wan pêşîya dayîkbûna zarok kar kirine, an ne. Bûhayê diravê (perê) dêbav bi dabarê (qezencê) ve girêdayîye.

Dêbavên ku dabara wan zêdeye, sedî 65 ya debara pêşîya dayikbûna zarok distînin, dêbavên dabara (qezanca) wan kême, sedî 100 debara (perê) pêşîya dayikbûna zarok distînin.

Gora debarê diravê (perê) bingehîya dêbav (Basiselterngeld) mehê navbera 300 Euro û 1800 Euro û diravê (perê) dêbav ya biserve (ElterngeldPlus) mehê navbera 150 Euro û 900 Euro ye.

Diravê (perê) dêbav, yê herî kêm hemû kesên ku, piştî dayîkbûnê lênêrîna zaroka xwe tene bî xwe dikin û heftîyêde herî zêde 30 seet di xwebitin, ev wek kesên zaningehê dixwînin, jinên malê, an jî merên karê malê dikin û dêbavên ku ji bo lênêrîna zarokên imirtir nekarin bixebitin.   

Hûn dikarîn bi hisapkirina diravê (perê) dêbav bûhayê diravê (perê) dêbav bi xwe hisap bikîn. Hûn daxwazname û formên din li ser vê li vir peyda bikîn.

Daxwaznama ji bo diravê (perê) dêbav pêwîste bi nivîs verê dayîn. Ji bo vê ji kerema xwe serî li cîhê berpirsîyarê diravê (perê) dêbav bidin:

Daîra Federal ji bo xizmeta sosyalî»

Diravê (perê) dêbav li bajarokê Rendsburg- Eckernförde, Schleswig-Flensburg û bajar