Alîkarîya Perwerda Pîşeyê (BAB) / Berufsausbildungsbeihilfe (BAB)
Kesê bi pîşeyê tên fêrkirin (di pîşekêde bi „Azubis“ tên navdarkirin), yên ku li gel dêbavê xwe na rûdinin û şert û mercên pêwîst bi cîh tînin, dikarin serî li piştevanîya (teşwîka) perwerda pîşeyê bidin. Her ûsa beşdarên li pîvanên (tedbîrên) amadekirina perwerda pîşeyê (BvB) dikarin alîkarîya BAB‘ê bistînin.
BAB piştevanîyek (teşwîkek) ya daira Federal ji bo kar (Bundesagentur für Arbeit) e. Bûhayê BAB‘ê di demê perwerdê de girêdayê van şartane:
- Gora cûra cîhkirinê (xanî)
- Gora bûhayê diravê (perê) perwerda fêrevan
- Debara (qezenca) salane yê dêbav, ji dêbavan ya yekê, an jî yê hevparê jiyanê.
Ev piştevanî (teşwîk) ji bo debarê (xerciyên) jîyanê û lêçûnên (mesrefên) ku bi perwerdê re girêdayîne, wek minak lêçûnên (mesrefên) rê û lêçûnên (mesrefên) cilên kar, bûhak yekserî dihindirînê.
Alîkarîya BAB‘ê dikarê ji bo perwerdek ya dervê cîhê kar (ne li cîhek yê kar de) jî werê standin.
Kesên bi pîşeyê tên fêrkirin (Azubis), yên ku di mala xwede rûdinin û alîkarîya BAB’ê distînin, dikarin gora zagona (qanûna) sosyalê, pirtûka duemîn – li ser ewlekarîya bingehî, ya ji bo kesên kar digerin (SGB II) alikarik ya dahatîyê bistînin. Şartê wê ewe ku, heke alîkarîya BAB’ê û debarên din têra xanî û germkirinê ne kê. Lêçûnên (mesrefên) zêde, yên ne maqûl nayin berçav kirin.
Li gel pîvanên (tedbîrên) amadekirina perwerdê (BvB) lêçûnên ji bo girîngîyên xwendinê, lêçûnên girîng yên rêçûnê, lêçûnên alîkarîya hînbûnê û yên cilên kar bê girêdayîya debarê û bi qismî gora bûhayên yekserî tên dayîn. Ji bo kesên kelemdar, yên perwerda pîşeyê dibînin, ji bo alîkarîya beşdarbûna kesên kelemdar li jîyana karde, rêziknamên teybet derbasdibin.
Ji bo kesên bi destûra rûniştinê (Gestatte), ya piştî dayîna daxwazname penaberîyê tê standin û bi rûniştina hatîye helgîr (hîştin)kirin (Gedultete)
Heya hûn di 15 mehên pêşî li Almanya, alîkarîyê gora mada 3 ya zagona (qanûna) alîkarîya penaberan (AsylbLG) distînîn, ger hûn dest bi perwerdeya pîşeyê bikîn û ti alîkarîya perwerda pîşeyê nestînin jî, dayîna vê alîkarîyê dom dikê.
Kesên bi rûniştina hatîye helgîr (hîştin) kirin dikarin bi derfeta karkiriné piştî 15 mehan jî alîkarîya perwerda pîşeyê bistînin.
Hûn agahiyên bêhtir di malpera Sazîya Federal ya Kar de dibînîn.