Xizmetên pey Yasa SGB XII / Leistungen nach SGB XII
Alîkariya Civakî (Sozialhilfe) ji bo debara Jiyanê ye di Dema pîrbûn û lawaziyê de herwesa Xizmetên din di Rewşên taybet de. Lawazî û ji bo ewlekarî di pîrbûna xwe de û di Rewşên Taybet de, ev Xizmet tên dayîn ji bo wan Kesan yên nikarin debara Jiyana xwe bikin. Kesên ko nikarin Kar bikin alîkariyê wek Mûçekî demî ji ber Seqetiyê an Nexweşiyên Demdirêj wedigirin.
Mafê ewlekariya Bingehîn di kalbûn û Lawaziyê de, Kesên bi Temenê mezin ko Temenê wan ji 65 Salan û bêtir e û bi tenê bi Sedemên Nexweşiyê ji bo Kesên bi Temen ji 18 Salî ko ji 3 Demjimêran kêmtir dikarin Kar bikin.
Agahiyên bêtir li ser Malpera https://www.schleswig-flensburg.de/Familie-Soziales/Sozialhilfe bibîne.
Perwerde û Beşdarî (Pakêta Perwerdê) / Bildung und Teilhabe (Bildungspaket)
Kesên ko evê Xizmetê werdigrin herwesa dikarin Derxwasta Xizmeta Pakêta Perwerde û Tevlêbûnê jî bikin. Agehiyên giştî di bin Babetê A-Z li jêr Bildung und Teilhabe herwesa Forma daxwaza evê Xizmetê li Malperê Birêveberiya Navçê tu dikarî bibînî.