Ziman / Sprache
Ji bo derfetkirina pêxistinê (entegrasyonê) li ciwakê, bi rîya kar, bi rîya perwerdê, an jî bi rîya xwendina zaningehê, werê derfekkirin, pêwîste zimanê Almanî bi lezgînî werê hînkirin. Zanyarîya zimanê Almanî ji bo pêxistinê (entegrasyonê) miftek (kilîtek) girîngê. Ji bo ku zeftîyê herî baş werê pêkanîn û bê girêdana statûya rûniştinê (iqamê) fersenda têkeftina nava karkiriné werê hêzkirin, divê ji bo hemû koçberan demik zûde alîkarîya hînbûna ziman werê derfetkirin.
Ji bo hînbûna zimanê Almanî gelek derfet hene. Dibistan, Zanîngeh, Komel, Navendên Çandiyê û Dibistanên Ziman, yên kesayetî, ji bo hemû komên kesên bi imrên ji hevdû cûda, kursên ziman pêşkêş dikin.
Piştevanîya (teşwîka) ziman, yên hem ji alîyê Eyaletan, Federal, Şaredarîyan, Saziyên Perwerdê, hem jî alîyên gelek xebatkarên xwebexş tên dayin, ji bo koçberên bi imirgihîştîyan li navça Schleswîg-Flensburg‘de ji pêşniyarên ji hevdû cûda, hene.
Hûn agahîyên vêga li ser kursên ziman û pîştevanîya (teşwîka) ziman, yên di navçêde tên dayîn, li vir dibînîn:
Lêdîtina vêga ya li ser piştevanîya ziman_navçe SL-FL (PDF, 1,1 MB)
Kesê têkilvanê (mûhatab) vêga yê li gel sazîyên perwerdekirinê_di navçe û bajarê FL_3.20 (XLSX, 31 kB)
Kursên ziman_2020_lêdîtina pêşnîyarên li SL û Kappeln'ê (XLS, 123 kB)
Derfetê kursên Almanî ji 01.08.2019 pêde (PDF, 91 kB)
Hûn dikarîn di WebGIS û KURSNET ya Sazîya Kar ya Federal’de her wiha li kursek gora xwe bigerîn.
Hûn agahîyên gelemperî li ser wan pêşnîyarên kursan û lêdîtina cîhên wan, bi danên têkilîyê di noktan bin de dibînîn.
Kursên STAFF (paketa despêkê ji bo penaberên li Schleswig-Holstein'ê) / STAFF-Kurse (Starterpaket für Flüchtlinge in Schleswig-Holstein)
Di çerçûwa rêvenama (proja)‚ STAFF.SH- de paketa despêkê ji bo penaberên li Schleswig-Holstein’ê de kursên ji bo rêşandina despêkê ji alîyê Dibsitanên Bilind yên Gel (Volkshochschule), yên heremî û sazîyên kursên pêxistinê (entegrasyonê) tên rêvebirin.
Kursek ya STAFF’ê 3 hevgir (modul) û her ast bi 100 seet ders (4 hevgir ji bo kursên alfabê) û bi spasîya piştevanîyê (teşwîkê) Eyaleta Schleswig-Holstein’ê bê dirav (pere) tê dayîn. Kesên ku bejdarê kursa bingehî ya STAFF’ê bûne, dikarin bejdarê kursek din, ya pêşvebirinê bibin. Piştî her kursê gora pêwîstîye ezmûnêk (îmtîhanek) ya A1-/A2-/DTZ tê çêkirin. Gava ezmûn (îmtîhan) newê sepandin (pêkanîn), hem piştî kursa bingehî, hem jî piştî kursa avakirinê, derfeta bejdarbûna dubarekirina hevgir bi 100 seet ders û ketina ezmûnê (îmtîhanê) carikdin heye. Ev rêvename (Proje) ji alîyê Komela Dibsitanên Bilind yên Gel (Volkshochschule), ya Eyaletê tê rêvebir kirin.
Ev Kursên he:
- Di bingehên ziman û çand ji bo peyvendîyên zûrekî di zimanê Almanî’de
- Zanyarîyên li ser awayê jîyanê û dirûva têkilîya li civaka Alman‘de
- Zanebûna li ser pêşnîyarên şêwirmendîya li cîhê xwe de veguhêztin dikin.
Ji bo hemû dixwazvanên mafê penaberîyê bejdarbûnadi vê rêvenamê (Proje) de pêkane ye (mimkine). Xwe li gel Dibsitana Bilind ya Gel (Volkshochschule)agahdar bikin ku, gelo kursek ya STAFF’ê tê pêşnîyarkirin an ne. Lê belê bala xwe bidin ku, da kursên pêxistinê (entegrasyonê) pêşeyîn bin. Bejdarbûna li kursek ya Staff’ê pewîste ku nebê sedemê windakirina mafê cîhstandina kursek ya pêxistinê(entegrasyonê)!
Hûn agahîyên din li ser kursên STAFF’ê di malpera Komela Dibistanên Bilind yên Gel li Eyalet Schleswig-Holstein'ê dibînîn.
Hûn bîroka (Konzepta) vêga di vê lêdîtinê de dibînîn:
Lêdîtina bîroka (Konzepta) nû(PDF, 384 kB)
Belavok_STAFF_2019 (PDF, 808 kB)
Hûn pêşnîyara vêga li Navça Schleswig-Flensburg‘ê li vir dibînîn
Gava pirsên we hebin, serî li vir bidin.
Bei Fragen wenden Sie sich an:
Herr Zeyad Alhallaj »
Koordinator Staff SH
Holstenbrücke 7
24103 Kiel
Telefon: 0431 97984-23
EOK.SH - »Kursên ji bo rêditina despêkê li Schleswig-Holstein'ê« / EOK.SH - »Erstorientierungskurse in Schleswig-Holstein«
Di çarçûwa rêvenama (Proja) EOK.SH – kursên ji bo rêdîtina despêke li Schleswig-Holstein’ê dê, penaberên ku ne ji welatên ewlekar hatine, ji bo ku bi zanyarî li ser welatê Almanye bi saya zimanzanîn rêditina despêkê li Almanî bistînin, dikarin pêşnîyarek ya kursa hêsanî bi cîh bînin. Kursek ûsa 300 seet ders dihindirînê û nêzî pênç meha dom dikê.
Ev rêvename (Proje) ji alîyê Dibsitanên Bilind yên Gel (Volkshochschule) Schleswig-Holstein e.V. tên livehevxistinkirin û jî alîyê Dibistanên Bilind yên Gel û ji alîyê sazîyên din, yên kursan didin, tên bicîanîn.
Ev kurs van dihindirînin:
- Her yeka wan bi 50 hevgirên dersan, bi giştî şeş astên bi delameta hilbijartî, ji bo koma tê armanckirin, mijarên bi girîng li Almanyê, wek nirx û normên ji bo jîyana bi hevre, hewanên li gel daîrên fermî, lênêrîna pîzişkîyê uwd.
- Zanyarîya li ser şêwaza jîyanê û awayê danûstandina di ciwaka Alman bi girêdayîya tîp û hevoka ziman
- Zanyarîya li ser pêşnîyarên şêwirmendîyê û xizmetê di cîhê xwe de
Armanca kursan, alîkarîkirina penaberan di rewşa jîyana wan ya teybet dê û hêsankirina dewra despêka li Almanye ye.
Belavoka vêgayî:
Bîrok (Kozept) EOK_STAFF (PDF, 117 kB)
Pêşnîyarên vêgayî yên kursan li SH
Gava pirsên we hebin, serî li vir bidin:
Franciska Meyhoff »
Koordinatorin EOK SH
Holstenbrücke 7
24103 Kiel
Telefon: 0431 97984-25
Kursên Pêxistinê (Entegrasyonê) (Kursên BAMF'ê) / Integrationskurse (BAMF-Kurse)
Kursa pêxistinê (entegrasyonê) pêşnîyarek bingehî ya dewletê ji bo perwerdekirina penaberan bi ziman û sîyasî û di despêka pêvajoya pêxistinê (entegrasyonê) ya gistî de cîh digrê. Ev ji bo kesên koçber bûne, bê alîkarî û navbeynkarîya kesek din, pêkanîna hemû erkên jîyana rojanede xizmet dikê.
Lêdîtina kursên di navçê Schleswig-Flensburg’ê û bajarê Flensburg‘ê de têne pêşnîyarkirin
Kursa gelemperî ya pêxistinê (entegrasyonê):
Kursa gelemperî ya pêxistinê (entegrasyonê): 600 + 100
(kursa rêdîtinê-Orientierungskurs))
Bi gistî 700 seet
Kursên ji bo komên bi teybetî tên armanckirin: Ciwân, jin*, dêbav,yên alhabê û di zimanande nivîsê hîndibin* û kursên piştevanîyê (teşwîkê):
900 + 100 (kursa rêdîtinê -Orientierungskurs)
Bi giştî 1000 seet
Pêşnîyarên kursên din, yên ku heya nûha di heremêde ne hatîne pêşkeş kirin:
Kursa bi lezgînî: 400 + 30 seet (kursa rêdîtinê-Orientierungskurs) bi giştî 430 seet
Armanca kursê: Pêxistin (entegrasyon) û bejdarbûna ciwakî ya penaberan û bi destxistina asta B1’ê
Armanca van kursan pêxistinê (entegrasyona) hînkirina van komên hene:
- Kesên koçkirine, koçberên bi derengî hatine
- Penaberên ku ji bo mayina xwe xwedî derfetik başin
- Kesên gora mada 60 a, xala 2, cimla 3 ya zagona (qanûna) mafê rûniştinê (îqamê) hatine helgîre (hîştin)kirin
- Hemwelatîyê Yekîtîya Ewrûpa
- Almanên xwedî girîngîya pêxistinê (entegrasyonê) ne
Kesên koçber bûnê, yên ku ji alîyê daîra bîyanîya (Ausländerbehörde), navenda kar (Jobcenter), an jî daîra sosyalê (Sozialbehörde) bi bejdarbûnê navin mecbûrkirin, dikarin bi dilxwazîya xwe bejdarê kurskê bibin.
Pêşîya despêka kursê testek ya bisinifkirinê tê çêkirin. Kurs bi „danîşanîyek (şehadek) ya kursa entegrasyonê„ dawî dibê, ev ji du beşa pêktê:
„Almanî –Testa ji bo koçberan“ (DTZ) û kursa rêdîtinê (Orientierungskurs) „Jîyana li Almanye“ (LiD). Asta ziman heya ji bo B1‘ê tê hînkirin.
Heke mirov di ezmûna (îmtîhana) dawîkirinê li hewildana pêşînde nedê, dikarê daxwaznamekê ji bo dubarekirina kursa ziman bidê. Pêve diakrin 300 yekîneyên dersa werin pîştevanî (teşwîk) kirin û ezmûna (îmtîhana) dawîkirinê dîsa bê pere werê qedandin.
Kursek ya pêxistinê (entegrasyonê) çikasê ye?
Seetek ya kursê 1,95 Euro ye (bêşa lêçûnan). Buhayê kursek ya pêxistina (entegrasyona) gelemperî bi 700 seet dersan 1.365 Euro digrê.
Koçberên bi derengî hatine, dikarin carekê bê pere bejdarê vê kursa pêxistinê (entegrasyonê) bibin.
Penaberxwazvanên xwedîyê derfetik baş ya mayînê ne, kesên gora mada 60 a, xala 2, rûpela 3 ya zagona (qanûna) mafê rûniştinê (îqamê) hatine helgîre (hîştin)kirin, kesên bi destûra rûniştinê (îqamê) û penaberên ku nêzîka derfetên karkiriné bûne, mûafê dayîna bêşa lêçûna (mesrefan) ne.
Kesên ku perên bêkarîyê (Arbeitslosengeld) II distînin, bixweber (otomatik) ji dayîna bêşa lêçûnan (mesrefan) tên mûaf kirin. Kesên ku ji wan re dayîna bêşa lêçûnê (mesrefê) bi teybet gelek zor tê (wek kesên ku alîkarîya sosyalê distînin), dikarin ji dayîna beşê lêçûnan (mesrefan) mûaf bibin. Di rewşek ûsa de kontrolek ya debarê (qezencê) pêwîste.
Girînge ku daxwazname ji bo mûafkirina ji dayîna lêçûnan (mesrefan) berîya destpêka kursê di demde werê dayin. Mûafkirina ji dayîna lêçûnan (mesrefan) nikarê ji bo demê derbasbûyî werê pêkanîn, lê hema tenê ji bo demê dayîna daxwaznamê pêde, ji bo kursa despêkirinê re tê berçav kirin.
Heke we ji demê dayîna mafdarnama bejdarîyê pêde di navbera du salan de testa dawîkirina kursa entegrasyonê bi serfirazî qadandibê (Asta B1 GER), hingê hûn dikarîn bi dayîna daxwaznamekê, nîvê bêşa lêçûnên (mesrefan) ku ji alîye we hatîne dayîn, şûnde bistînîn.
Lêçûnan (mesrefên) rê dikarin bi dayîna daxwaznamekê werin dayîn. Bejdarvan dikarê sazîya dayîna kursê bi azad hilbijêrê û bi rîya kursdan ji bo pejirandina li kursê daxwaznamekê bidê.
Hûn agahîyên berfirehtir li ser kursan di malpera daira Federal ji bo koçber û penaberande dibînîn
Hûn daxwazname û namên ji bo hemû komên tên armanckirin li vir dibînîn.
Hûn rûpelên balkişîyê di gelek zimanan de li vir dibînîn.
Ji kerema xwe kursek ya gora we ya pêxistinê (entegrasyonê), ya ku li nêzik we ye, di malpera WebGIS de bigerîn.
Hûn li vir danên têkilîyê ji bo sazîyên perwerdê, yên ku kursên pêxistinê (entegrasyonê) li herema navçê û li bajarê Flensburg’ê pêşkêş dikin, dibînîn:
VHS Schleswig »
Frau Widdel
Königstraße 30
24837 Schleswig
Telefon: 04621 96620
VHS Flensburg »
Astrid Löwensen / Marianne Pletzing
Süderhofenden 40-42
24937 Flensburg
Telefon: 0461 - 85 41 02
Berlitz Center Flensburg »
Heiko Golde
Holm 66
24937 Flensburg
Telefon: 0461 - 3132700
Fax: 0461 168 93 83
DAA -Deutsche Angestellten Akademie GmbH »
Silke Kossel
Lilienthalstraße 45
24941 Flensburg
Telefon: 0461 570 76 0
WAK-Wirtschaftsakademie Schleswig-Holstein GmbH »
Klara Gehrke
Standort Flensburg
Heinrichstraße 16
24937 Flensburg
Telefon: 0461 50339-15
Fax: 0461 50339-32
Wirtschaftszentrum Handwerk Plus WHP »
Klara und Andrej Warkentin
Ilensee 4
24837 Schleswig
Fax: 04621 / 965518
Telefon: 04621 965512
agp Flensburg »
Cem Sadik
Schiffbrücke 50
24937 Flensburg
Telefon: 0461 1469 8415
SBB Kompetenz gGmbH »
Lollfuß 43
24837 Schleswig
Telefon: 04101-86 91 827
Fax: 04101-86 91 828
Pistevanîya (teswîka) hînbûna zimanê Almanî bi girêdayîya pîseyê (meslekê) (gora mada 45a ya zagona (qanûna) mafe rûnistinê- AufenthG)) / Berufsbezogene Deutschsprachförderung (gem. § 45a AufenthG)
Hikûmeta Federal di roja 01. tirmeha 2016 de ji bo kesên ku bingeha wan de koçberi heyî, pêşnîyarîya ji bo piştevanîya (teşwîka) hînbûna zimanê Almanî bi girêdanîya pîşeyê (meslekê) berfireh kirîye: Piştevanîya (teşwîka) zimanê Almanî ji bo hikumeta Federal bûye navgînek (hacetek) ya rêzkirina piştevanîya (teşwîka) hînbûna ziman. Ev ji alîyê BAMF’ê tê pêk anîn û yekcar pêşvebirina kursên entegrasyonê dikê.
Piştevanîya (teşwîka) hînbûna zimanê Almanî bi girêdayîna pîşeyê ji gelek kursên newekhev, yên ku gora şexsan bi hevdure tên pêkanîn û dersa Almanî bi pîvanên (tedbîrên) sazîya kar ya Federal (Bundesgentur für Arbeit) / navenda kar (Jobcenter) re tên girêdan. Mirov dikarê bi zanîyarîya ziman asta C2’yê bi destbixê.
Armanca kursê: Ji bo fersendên kar û perwerda pîşeyê werê baştir kirin, piştevanîya (teşwîka) zimanê Almanî bi girêdayîna pîşê, xizmeta pêkanîna fêrbûna ziman dikê.
- We kursek ya pêxistinê (entegrasyonê) ica qadîyand û/an jî hûn gora çarçeva peyta (referansa) hevre ya Ewrûpa (GER) di asta B1, B2 an jî C1 Almanî di axivîn.
Kursên zimanê Almanî bi girêdayîna pîşeyê ji bo van komên he tên dayîn:
- Kesên ku ji welatên sêyem koçber bûyîn, kesên hatine helgîre (hîştin)kirin jî di nav wande, gora mada 4 xala 1, cimla 2 ya zagona (qanûna) piştevanîya (teşwîka) hînbûna zimanê Almanî (DeuFöV), kesên bi destûra rûniştinê (Gestatte), ya piştî dayîna daxwazname penaberîyê tê standin, gora mada 4 xala 1 cimla 3 ya DeuFöV bi girêdayîya mada 45a xala 2 cimla 3, 4 ya zagona (qanûna) mafe rûniştinê (îqamê). esên bi destûra rûniştinê (Gestatte), ya piştî dayîna daxwazname penaberîyê tê standin, yên bi sedemê welatên jê hatîn fersendên wan yê mayînê başin, xwedî mafê bejdarbûyê ne. Ji 01.08.2019 pêve Sûrye û Eritre ji di nav van welatan de cîh digrin.
- Hemwelatîyên ji Yekîtîya Ewrûpa,
- Almanên xwedî bingehîya koçberîyê ne.
Wekdin jî tê şertkirin ku bejdarvan:
- Xwe wek kesên kardigeran dîyar kirîne (kaydkirîne) û/an jî bi adetî gora zagona (qanûna) sosyalî (SGB) II (Hartz IV) an jî SGB III (perê bêkarîyê) distînin;
- Cîhek yê perwerdekirinê digerin, an jî ji xwe di nava perwerdeyîyê dene,
- Ji bo dawîbûna pîşeyê û perwerdeya xwe prosedura naskirinê didin meşandin,
- kar dikin,
- Ywedîyê bingehek ya koçberîyê ne û ji wan re pêwîstîk ji bo berdewamkirina jêhatina ziman heye.
Li ser bejdarbûna li kursekê daira Federal ji bo kar (Bundesagentur für Arbeit) (ji bo kesên di doza penaberiyêde ne) an jî navenda kar (Jobcenter) (ji bo kesên ku penaberîya wan hatîye naskirin) biryar didê. Şêwirmendê berpirsîyar an jî rêvebirê rewşê, mafdarnamekê, ya pêwîste ku li gel sazîya perwerdeyê, ya ku kursên Almanî yên usa didê, ji bo qeydkirin verê dayîn, didê.
Mirov kursên bingehî û kursên teybetî ji hevdu cûda dikê
Sê kursên bingehî hene:
- B1 piştî wê B2
- B2 piştî wê C1
- C1 piştî wê C2
Her kursa bingehî 400 seet ders dihindirînê. Naveroka van kursan gora zimanê gelemperî bi yekînêyen dersên bi girêdayê pîşê ye û ji komên ku meznayîya wan herî kêm ji 15 bejdarvana ne, tên dayîn. Di heremê gûndan de komên biçûktir jî pêkane ye (mimkîne). Her hevgir (Modul) bi ezmûnek (îmtîhanek) ya danîşanîyekê (şehadekê) tê dawîkirin.
Vega bajaroka Schleswig-Flensburg girêdayê herema ku bi zeftîyê bejdaran herî kemê, usa pêkane ye (mimkîne) ku, hemû kurs ji 7 kesan tên pêkanîn.
Vêga li vê heremê hemû kurs bi hêmanek ya girêdayê (500 yekîneyên dersan) tên pêşkêş kirin.
Di gel kursên bingehî kursên teybet yên newekhev tên armanckirin, ku wê navendiya wan evbin:
1. Ji bo kesên ku di pêvajoya naskirina hin pîşeyên zanistyarîyê (akademik) dene,
2. Qadên şarezîyên ji hevdu cûda, yên ku bi armanc naveroka pisporîya teybet, wek di heremê lênêrînê an jî ya bezirganîyêde guhaztinê dikin,
3. Bi ser de jî ji bo bejdarên tevî ku di kursa pêxistinê (entegrasyonê) de bi dubarekirinê jî asta B1 desnexistinê. Ji vê komê re di demê pêşde kursên teybet bi asta destpêkîyê ya A1 û A2 tên amade kirin.
Kontenjana xwendevana di qada kursa I de (piştî neserkeftina 2 hevldanên ezmûnan (îmtîhanan!!!)) û ji bo kursên alfabê bi hevldanek ya ezmûnê (îmtîhanê) girînge ku, gelo ji bo kesê bejdarvan wê ji kursên teybet re destûr werê dayîn, an ne.
Hûn agahîyên berfirehtir di malpera BAMF'de dibînîn
Rêzen zagonê (qanunê) DeuFöV (PDF, 84 kB, 05.10.2020)
Belavoka li ser kursên ziman, yên bi pîşeyê girêdayîne, di gelek zimanande (Almanî, Erebî, Îngîlîzî uyd.)
Hûn rûpelên balkişîyê di gelek zimanande li vir dibînîn.
Kursên ziman bi girêdayîya pîşeyê di herema navçêde
Kursên ziman bi girêdayîya pîşeyê (kursên B2 û C1) li Schleswig û Flensburg’ê jixwe tên pêşkêş kirin. Xwe bi rîya KURSNET li ser hevdîtinên nû, yên destpêkê agahdar bikin. Sazîyê perwerdekirinê mecbûrên hemû hevdîtinên detspêkê di demde biweşînin.
Hûn sazîyên perwerdekirinê, yên destûran wan ji bo pêkanîna kursên ziman bi girêdayîya pîşeyê di herema navçêde heye, li vir dibînîn:
Berlitz Center Flensburg »
Heiko Golde
Holm 66
24937 Flensburg
Telefon: 0461 - 3132700
Fax: 0461 168 93 83
DAA -Deutsche Angestellten Akademie GmbH »
Silke Kossel
Lilienthalstraße 45
24941 Flensburg
Telefon: 0461 570 76 0
VHS Flensburg »
Astrid Löwensen / Marianne Pletzing
Süderhofenden 40-42
24937 Flensburg
Telefon: 0461 - 85 41 02
WAK-Wirtschaftsakademie Schleswig-Holstein GmbH »
Klara Gehrke
Standort Flensburg
Heinrichstraße 16
24937 Flensburg
Telefon: 0461 50339-15
Fax: 0461 50339-32
Tertia Berufsförderung GmbH & Co. KG »
Susan Bertram
Schiffbrücke 66
24939 Flensburg
Fax: 0461 14 68 33 49
Telefon: 0461 14 68 33 41
VHS Schleswig »
Frau Widdel
Königstraße 30
24837 Schleswig
Telefon: 04621 96620
Hîndarîyên ziman jibo penaberan bi pêxistina (entegrasyona) di nava karkiriné / Sprachtrainings für Geflüchtete zur arbeitsmarktlichen Integration
Refa (Netzwerk) Hemû keştîyêdene (Alle an Bord!) ji meha tebaxa 2019 ve di temamkirina şêwirmediya penaberan, di rîya wan ya zanyari û kar hîndarîya ziman bi girêdana komen biçûk ûbi online pêşkêş dike. Pêkanîna vê pêşniyarî wê di sala 2020 de jî werê berdewamkirin.
Hîndarîyên ziman cîhê kursên ziman yê BAMF‘ê an jî yê STAFF’e nastînin, lê belê ev wan tamam dikin. Hindarîya ziman piştî kursek ya ziman xizmeta amadekirina cîhê kar û cîhê perwerda pîşeyê dikê û di demê bendewarîyade alîkarîya berdewamkirina kursên zimanî ji dikê. Gora vê divê tişta hatî fêrbûyîn bimînê, zimanê nivîsê sağlem bibê û debat (telafûz) werê axaftin.
Hîndarîyên ziman xwedîyê çapên ji hevdu cûdane: Dersa rû bi rû, jibo jinan kahvexana ziman, koma kesên hatine perwerde kirin û dersa online, gora pêwîstî û derfetêye. Ji bejdarvanan re gel dersê rêbaz (metod) û amûr jî tên dayîn ku, da ew bi xwe berdewamîya hînbûnê bikin. Bi zêdeyî li ser pêwîstîya şexsî ya her bejdarvan tê seknandin. Ji bo wê di cîhê xwede pêşnîyarek şênber (konkret) tê pêkanîn.
Heke hûn aîdê koma tê armanc kirinîn û hewcedarîya we bi alîkarîya hînbûna ziman hebê, serî li vî cihî bidin:
Projekt Alle an Bord Schleswig Flensburg »
Frau Alexandra Eicke
Sprachcoaching
Industrie- und Handelskammer zu Flensburg
Heinrichstraße 28-34
Telefon: 0461 806416
Alle an Bord Schleswig Flensburg »
Frau Catharina Wege
Industrie- und Handelskammer zu Flensburg
Heinrichstraße 28-34
24937 Flensburg
Telefon: 0461 806317
Hûn agahîyên berfireh di belavok û bîroka (Konzept) hatî pêvêkirinde dibînîn:
Bernama amadekirina xwendina zaningehê û pêxistina (entegrasyona) penaberan (ProRef) li Zaningeha (Ûnîversîta) Ewrûpa - Flensburg / Programm zur Studienvorbereitung und -integration von Geflüchteten (ProRef) der Europa-Universität Flensburg
Bi „bernama amadekirina xwendina zaningehê û pêxistina (entegrasyona) penaberan“ (ProRef) Zaningeha Ewrûpa-Flensburg’ê (EUF) alîkarîya penaberên ku eleqedarê xwendina zaningehêne, di amadakirina bi ziman, rêbazî û çandî ji bo xwendina zaningehê û di pêxistina (entegrasyona) pergala (sîstema) zaningeha Alman, nava karkiriné û cîwakêde, dikê.
Nava pêkhateyên bernama ProRef de ev hene:
- Bi zanistyarî (akademik) bi armanca kursên zimanê Almanî û Îngîlîzî li astên B2-C1/C1-C2
- Ezmûnên (îmtîhanên) ziman (Almanî/Înîgîlizî)
- Bi rêbazî (metodî) û bi çandî serata kursan
- Şêwirmendîya xwendina zaningehê, ya pîşeyî û sosyalî
- Alîkarîya ji bo lêgerîna xanî, xwestekarîyê xwendina zaningehê û dayîna daxwaznama jibo BAföG’ê
- Rewşa gûhdarvanên mêvan: Bikaranîna binesazîya zaningehê ya bêpere û mêvandarîya di ders û semînerên zaningehê de
- Xebatên ciwaki-çandi û CampusFRIENDS
Bername yeksalî her sal meha tirmehê de ji alîyê Eyaleta Schleswig-Holstein‘ê û ji alîyê DAAD bi amûrên Wezareta Federal ya Perwerdeyî û Lêkolînê tê piştevanî (teşwîk) kirin.
Pêkhatina Bernamê
Dibistane Havînê I
Bernama ProRef meha tîrmehê bi Dibistana Havînê I destpêdikê. Ev ji bejdarvanan re derfetê pêşkêş dike ku, da zanyarîya zimanê xwe yê Almanî an jî Îngîlîzîye di asta B1 nû bikin. Ji xeyrî vê jî serata kursa çanda zanistyarî (akademik) li Almanye tê rêvebirin.
Pêvajoya kursa ziman ya bi lezgîni
Di meha îlonêde demê kursa bi lezgîni ya heşt mehanî destpêdikê. Kursên Almanî û yên Îngîlîzî di asta B2-C1 û C1-C2 ji bo xwendina li hemû şaxên zaningehê de derfet bi zimanê Almanî, Îngîlîzî an jî bi duzimanî li Zaningeha Ewropa li Flensburg’ê (EUF), her ûsa di Dibistanên Bilind yên din de jî, didê.
Şert
1. Sedemîya penaberîyê
2. Mafdarîya têkeftina zaningehêde (HZB)
3. Zanyarîya zimanê Almanî bi B1 an jî B2 û Îngîlîzî bi B1
4. Peywendîya ji xwendevanîyek li Zaningehê
Çarçova Şertan
Ji bo bejdarbûna bernamê û ezmûnê (îmtîhanê) û pewîstîyên (Material) dersê ti bac (xerc) dernakevin!
Lêçûnên (mesrefên) rê
Ji bo bejdarvanan ji navça Schleswig-Flensburg: Kiryara bilêta nivsalê ya erzan jibo seransera Eyaletê di nivsala peyîza 2020/21 û ya nivsala bahara de hatîye daxwazkirin.
Wekî din dibé ku lêçûn (mesref) ji alîyê rêvebira navçê werin dayîn.
Debarê Jîyanê
Gora rewşa rûniştinê standina alîkarîyê gora zagona (qanûna) penaberan (AsylbLG) an jî gora zagona sosyal (SGB) II/XII pêkane ye (mimkine).
Hûn agahîyê zêdetir di malpera bernama Pro Ref dibînîn.
Gava pirsên we hebin, serî li vir bidin:
Herr Dr. Thomas Duttle »
Europa-Universität Flensburg
Gebäude VIL 2 | Raum 207
Auf dem Campus 1
24943 Flensburg
Telefon: +49 461 805 2662
Destpêkirin amadeye - Xwendina amadekiriné ji bo penaberan li Zaningeha Flensburg'ê / Startklar - Vorstudium für Geflüchtete der Hochschule Flensburg
Bernama destpêkirina amadekirinê li Zaningeha Flensburg’ê ji penaberên ku duxwazin bixînin tê pêşpşêkirin. Bi tevahîya yek nîvsal xwendevanên nû ji alîyê ziman û zanyarîyé ji bo xwendina zaningehêr e têne amade dikirin.
Almanî bi babetén tengalê (Profilfächer), yên wek zanyarîya bingehî BWL, Jimarnasî (matematik) an jî bi bernamekirinê té yekbûyîn kirin. Bilê vê jî kursên di xebata zanistyarî û çanda zanistyarî çêdibin.
Naveroka Xwendina Amadekirinê
Dem û dombûn
Xwendina amadekirinê ji 1 nîsanê destpêdikê û heya 21 tîrmehê dom dikê. Xwendina amadekirinê di heftede her seet 45 deqe, nêzîka ji 24 yekîneyên dersan, herdem ji roja dûşembê heya roja înê pêktê.
Naverok
Ji van seetan 18 dersa Almanî, çar seet, rehberîya Almanî û du seet ji bo nivîsîya zanistîyê re diborê. Ji bilî vê jî di şaxén zaningehê de yek yek serat û dirûvén zaningeha tên pêkanîn. Hûn wek bejdarvan dikarîn di xwendina amadekirinê an jî wek gûhdarvanê mêvan ji dervê demê dersan jî bikevîn dersên zaningehê de.
Ji bilî vê jî gerên ji bo lêkolînan û ciwînên sosyalî têne plan kirin û wê hûn jî wek gûhdarvanê mêvan yê li zaningehê li ser ciwînan û bûyeran (faalîyetan), yên ji bo xwendevanên hatine qayidkirin, tên dayîn, herdem werîn aghdarkirin.
Şert
- Danîşana (delîlê) sedemê penaberîyê (ev ji nasnama we dîyar dibê)
- Zanistîya Almanî herî hindik bi asta B1 (TELC, TestDaf û danîşanîyên (şehadên) Goethe‘ê tên naskirin.
- Danişanîyek (şehadek) ya dibistanê, ya ku hevkêşa (mîna) lîsa Almanî‘ye. Pêwîste hûn danîşanîya (şehada) xwe ya bîyanî bi rîya malpera www.uni-assist.de bidîn naskirin. Heke we ev hê ne çêkirîbê, hingê di gelek rewşan de wê ezmûnek (îmtîhanek) ya pêşi werê çêkirin. Namek ya wekhevîyê ji alîyê sazîya fermî ya naskirinê jî tê qabûl kirin.
Çarçova Şertan
Bejdarvanên xwendina amadekirinê wek gûhdarvanên mêvan li zaningehê de tên qeyd kirin. Bûhayê qeydê 100 Euro digrê. Ji bo kesên ku gora SGB II an jî gora AsylbLG alîkarîyê distînin, derfet heye ku, ji van lêçûnan (mesrefan) werin mûafkirin.
Mixabîn ji dema bilêta nivsalî bi seransera Eyaletê tê rêvebirkirin, hêdî ji gûhdarvanên mêvananre bilêtên nîvsalî nayin pêşkêş kirin. Em ji bo bejdarvanên ku li derveyê Flensburg’é dirûtnin, dahatîk ya lêçûnên (mesrefê) pêşkêş dikîn.
Piştî qedandîna bernamê li zaningehê de ezmûnêk (îmtîhanêk) ya TestDAF tê çêkirin. Lêçûnên (mesrefên) ji bo TestDAF 195 Euro digrê û divé bejdarvanên ku di xwendina amadekirinê dene, van lêçûnan (mesrefan) bi xwe bidin. Qeyda ji bo ezmûnê (îmtîhanê) di malpera www.testdaf.de/.de pêktê.
Xwestekarî
Heke ev bala we dikşînê, Mail‘kê ji vorstudium@hs-flensburg.de, bişînin ku, da hevdîtinek ya şewirîyê werê pêkanîn. Danîşanîyên (şehadên) xwe yê dibistanê, danîşanîyên (şehadên) ziman û danîşana rewşa (statuya) we ya penaberîyê li lêhevdîtinê bi xwere bînin.
Hûn agahîyên din li ser xwendina amadekirinê di malpera https://hs-flensburg.de/navnetwî/xwendina pêşî de dibînîn.
Belavoka vêgayî:
200109_Destpêkirin_Belavok (PDF, 532 kB)
Gava pirsên we hebin, serî li vir bidin:
Herr Brian Andersen »
Hochschule Flensburg
Raum H 23
Kanzleistraße 91-93
24943 Flensburg
Telefon: 0461 805 1837
Hewldanên dilxwaziyê (Kursa Ziman ko ji aliyê Kesên Dilxwaz û bê Pere tên pêskês kirin)/ Ehrenamtsinitiativen (Sprachkurse)
Li gel pêşniyaza Kursên Tekûzdem li Devera Schleswig Flensburg Kursên Dilbixwaz yên Serbixwe û Ciyawaz jî hene ko ji aliyê gelek Hevwelatiyên dilsoz ve tên pêşkêşkirin. Ev Kurs bi piştgiriya Şaredariyê tên lidarxistin. Li gora Saziyên evan Kursan ji bo pêdiviyên Penaberan tên pêşkêşkirin. Li vir hûn dikarin Kurte daxuyaniya Kursên Dilbixwaz yên serbixwe bibînin:
• Hînbûn di Komên Piçûk de
•Mamosteyên Xebatkar: Bi piranî Mamosteyên Malnişîn yên Elman/Xwendekarên ko bi giringî "DaZ" (Elmanî wek Zimanê duyem) an Kesên ko di Asta perwerdeyî de ne
• Asta Zimanê Xwezayî û bizava fêrbûnê
• Piştgiriya fêrbûna kesîn
• Beşdariya 1 rojî / Hefte heta 5 Rojan / Hefteyê bi piranî piştî Nîvro
• Xerciya Çûnûhatina Penaberan nayê dayîn. Beşdarî tenê li Cihê ko Penaber dimîne dibe an jî Xerciya Çûnûhatinê dikarin di Rêya Bêşdanê ve bi dest bixînin.
•Hevrast li gel Kursa Tekûzdem
Berêxwedanek li ser Kursên Dilbixwaz û xweser li Navçê hûn dikarin li vir bibînin
Kursên Ziman yên Serbixwe û Dilbixwaz
Ehrenamtliche Sprachkurse(PDF, 36 kB, 19.03.2021)
Heger tu ji ber evan Kursan ji bo têkeliyê li Hevkarekî digerî pêwendiyê bi Şaredariya xwe bike.