Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz
Suche

Kursên STAFF (paketa despêkê ji bo penaberên li Schleswig-Holstein'ê) / STAFF-Kurse (Starterpaket für Flüchtlinge in Schleswig-Holstein)

Di çerçûwa rêvenama (proja)‚ STAFF.SH- de paketa despêkê ji bo penaberên li Schleswig-Holstein’ê de kursên ji bo rêşandina despêkê ji alîyê Dibsitanên Bilind yên Gel (Volkshochschule), yên heremî û sazîyên kursên pêxistinê (entegrasyonê) tên rêvebirin.

Kursek ya STAFF’ê 3 hevgir (modul) û her ast bi 100 seet ders (4 hevgir ji bo kursên alfabê) û bi spasîya piştevanîyê (teşwîkê) Eyaleta Schleswig-Holstein’ê bê dirav (pere) tê dayîn. Kesên ku bejdarê kursa bingehî ya STAFF’ê bûne, dikarin bejdarê kursek din, ya pêşvebirinê bibin. Piştî her kursê gora pêwîstîye ezmûnêk (îmtîhanek) ya A1-/A2-/DTZ tê çêkirin. Gava ezmûn (îmtîhan) newê sepandin (pêkanîn), hem piştî kursa bingehî, hem jî piştî kursa avakirinê, derfeta bejdarbûna dubarekirina hevgir bi 100 seet ders û ketina ezmûnê (îmtîhanê) carikdin heye. Ev rêvename (Proje) ji alîyê Komela Dibsitanên Bilind yên Gel (Volkshochschule), ya Eyaletê tê rêvebir kirin.

Ev Kursên he:

  • Di bingehên ziman û çand ji bo  peyvendîyên zûrekî di zimanê Almanî’de
  • Zanyarîyên li ser awayê jîyanê û dirûva têkilîya li civaka Alman‘de
  • Zanebûna li ser pêşnîyarên şêwirmendîya li cîhê xwe de veguhêztin dikin.

Ji bo hemû dixwazvanên mafê penaberîyê bejdarbûnadi vê rêvenamê (Proje) de pêkane ye  (mimkine). Xwe li gel Dibsitana Bilind ya Gel (Volkshochschule)agahdar bikin ku, gelo kursek ya STAFF’ê tê pêşnîyarkirin an ne. Lê belê bala xwe bidin ku, da kursên pêxistinê (entegrasyonê) pêşeyîn bin. Bejdarbûna li kursek ya Staff’ê pewîste ku nebê sedemê windakirina mafê cîhstandina kursek ya pêxistinê(entegrasyonê)!


Hûn agahîyên din li ser kursên STAFF’ê  di malpera Komela Dibistanên Bilind yên Gel li Eyalet Schleswig-Holstein'ê dibînîn.

Hûn bîroka (Konzepta) vêga di vê lêdîtinê de dibînîn:

Lêdîtina bîroka (Konzepta) nû(PDF, 384 kB) 

Belavok_STAFF_2019 (PDF, 808 kB) 

Hûn pêşnîyara vêga li Navça Schleswig-Flensburg‘ê li vir dibînîn

Gava pirsên we hebin, serî li vir bidin.

Bei Fragen wenden Sie sich an:

Herr Zeyad Alhallaj »

Koordinator Staff SH
Holstenbrücke 7
24103 Kiel

Telefon: 0431 97984-23