Pistevanîya (teswîka) hînbûna zimanê Almanî bi girêdayîya pîseyê (meslekê) (gora mada 45a ya zagona (qanûna) mafe rûnistinê- AufenthG)) / Berufsbezogene Deutschsprachförderung (gem. § 45a AufenthG)
Hikûmeta Federal di roja 01. tirmeha 2016 de ji bo kesên ku bingeha wan de koçberi heyî, pêşnîyarîya ji bo piştevanîya (teşwîka) hînbûna zimanê Almanî bi girêdanîya pîşeyê (meslekê) berfireh kirîye: Piştevanîya (teşwîka) zimanê Almanî ji bo hikumeta Federal bûye navgînek (hacetek) ya rêzkirina piştevanîya (teşwîka) hînbûna ziman. Ev ji alîyê BAMF’ê tê pêk anîn û yekcar pêşvebirina kursên entegrasyonê dikê.
Piştevanîya (teşwîka) hînbûna zimanê Almanî bi girêdayîna pîşeyê ji gelek kursên newekhev, yên ku gora şexsan bi hevdure tên pêkanîn û dersa Almanî bi pîvanên (tedbîrên) sazîya kar ya Federal (Bundesgentur für Arbeit) / navenda kar (Jobcenter) re tên girêdan. Mirov dikarê bi zanîyarîya ziman asta C2’yê bi destbixê.
Armanca kursê: Ji bo fersendên kar û perwerda pîşeyê werê baştir kirin, piştevanîya (teşwîka) zimanê Almanî bi girêdayîna pîşê, xizmeta pêkanîna fêrbûna ziman dikê.
- We kursek ya pêxistinê (entegrasyonê) ica qadîyand û/an jî hûn gora çarçeva peyta (referansa) hevre ya Ewrûpa (GER) di asta B1, B2 an jî C1 Almanî di axivîn.
Kursên zimanê Almanî bi girêdayîna pîşeyê ji bo van komên he tên dayîn:
- Kesên ku ji welatên sêyem koçber bûyîn, kesên hatine helgîre (hîştin)kirin jî di nav wande, gora mada 4 xala 1, cimla 2 ya zagona (qanûna) piştevanîya (teşwîka) hînbûna zimanê Almanî (DeuFöV), kesên bi destûra rûniştinê (Gestatte), ya piştî dayîna daxwazname penaberîyê tê standin, gora mada 4 xala 1 cimla 3 ya DeuFöV bi girêdayîya mada 45a xala 2 cimla 3, 4 ya zagona (qanûna) mafe rûniştinê (îqamê). esên bi destûra rûniştinê (Gestatte), ya piştî dayîna daxwazname penaberîyê tê standin, yên bi sedemê welatên jê hatîn fersendên wan yê mayînê başin, xwedî mafê bejdarbûyê ne. Ji 01.08.2019 pêve Sûrye û Eritre ji di nav van welatan de cîh digrin.
- Hemwelatîyên ji Yekîtîya Ewrûpa,
- Almanên xwedî bingehîya koçberîyê ne.
Wekdin jî tê şertkirin ku bejdarvan:
- Xwe wek kesên kardigeran dîyar kirîne (kaydkirîne) û/an jî bi adetî gora zagona (qanûna) sosyalî (SGB) II (Hartz IV) an jî SGB III (perê bêkarîyê) distînin;
- Cîhek yê perwerdekirinê digerin, an jî ji xwe di nava perwerdeyîyê dene,
- Ji bo dawîbûna pîşeyê û perwerdeya xwe prosedura naskirinê didin meşandin,
- kar dikin,
- Ywedîyê bingehek ya koçberîyê ne û ji wan re pêwîstîk ji bo berdewamkirina jêhatina ziman heye.
Li ser bejdarbûna li kursekê daira Federal ji bo kar (Bundesagentur für Arbeit) (ji bo kesên di doza penaberiyêde ne) an jî navenda kar (Jobcenter) (ji bo kesên ku penaberîya wan hatîye naskirin) biryar didê. Şêwirmendê berpirsîyar an jî rêvebirê rewşê, mafdarnamekê, ya pêwîste ku li gel sazîya perwerdeyê, ya ku kursên Almanî yên usa didê, ji bo qeydkirin verê dayîn, didê.
Mirov kursên bingehî û kursên teybetî ji hevdu cûda dikê
Sê kursên bingehî hene:
- B1 piştî wê B2
- B2 piştî wê C1
- C1 piştî wê C2
Her kursa bingehî 400 seet ders dihindirînê. Naveroka van kursan gora zimanê gelemperî bi yekînêyen dersên bi girêdayê pîşê ye û ji komên ku meznayîya wan herî kêm ji 15 bejdarvana ne, tên dayîn. Di heremê gûndan de komên biçûktir jî pêkane ye (mimkîne). Her hevgir (Modul) bi ezmûnek (îmtîhanek) ya danîşanîyekê (şehadekê) tê dawîkirin.
Vega bajaroka Schleswig-Flensburg girêdayê herema ku bi zeftîyê bejdaran herî kemê, usa pêkane ye (mimkîne) ku, hemû kurs ji 7 kesan tên pêkanîn.
Vêga li vê heremê hemû kurs bi hêmanek ya girêdayê (500 yekîneyên dersan) tên pêşkêş kirin.
Di gel kursên bingehî kursên teybet yên newekhev tên armanckirin, ku wê navendiya wan evbin:
1. Ji bo kesên ku di pêvajoya naskirina hin pîşeyên zanistyarîyê (akademik) dene,
2. Qadên şarezîyên ji hevdu cûda, yên ku bi armanc naveroka pisporîya teybet, wek di heremê lênêrînê an jî ya bezirganîyêde guhaztinê dikin,
3. Bi ser de jî ji bo bejdarên tevî ku di kursa pêxistinê (entegrasyonê) de bi dubarekirinê jî asta B1 desnexistinê. Ji vê komê re di demê pêşde kursên teybet bi asta destpêkîyê ya A1 û A2 tên amade kirin.
Kontenjana xwendevana di qada kursa I de (piştî neserkeftina 2 hevldanên ezmûnan (îmtîhanan!!!)) û ji bo kursên alfabê bi hevldanek ya ezmûnê (îmtîhanê) girînge ku, gelo ji bo kesê bejdarvan wê ji kursên teybet re destûr werê dayîn, an ne.
Hûn agahîyên berfirehtir di malpera BAMF'de dibînîn
Rêzen zagonê (qanunê) DeuFöV (PDF, 84 kB, 05.10.2020)
Belavoka li ser kursên ziman, yên bi pîşeyê girêdayîne, di gelek zimanande (Almanî, Erebî, Îngîlîzî uyd.)
Hûn rûpelên balkişîyê di gelek zimanande li vir dibînîn.
Kursên ziman bi girêdayîya pîşeyê di herema navçêde
Kursên ziman bi girêdayîya pîşeyê (kursên B2 û C1) li Schleswig û Flensburg’ê jixwe tên pêşkêş kirin. Xwe bi rîya KURSNET li ser hevdîtinên nû, yên destpêkê agahdar bikin. Sazîyê perwerdekirinê mecbûrên hemû hevdîtinên detspêkê di demde biweşînin.
Hûn sazîyên perwerdekirinê, yên destûran wan ji bo pêkanîna kursên ziman bi girêdayîya pîşeyê di herema navçêde heye, li vir dibînîn:
Berlitz Center Flensburg »
Heiko Golde
Holm 66
24937 Flensburg
Telefon: 0461 - 3132700
Fax: 0461 168 93 83
DAA -Deutsche Angestellten Akademie GmbH »
Silke Kossel
Lilienthalstraße 45
24941 Flensburg
Telefon: 0461 570 76 0
VHS Flensburg »
Astrid Löwensen / Marianne Pletzing
Süderhofenden 40-42
24937 Flensburg
Telefon: 0461 - 85 41 02
WAK-Wirtschaftsakademie Schleswig-Holstein GmbH »
Klara Gehrke
Standort Flensburg
Heinrichstraße 16
24937 Flensburg
Telefon: 0461 50339-15
Fax: 0461 50339-32
Tertia Berufsförderung GmbH & Co. KG »
Susan Bertram
Schiffbrücke 66
24939 Flensburg
Fax: 0461 14 68 33 49
Telefon: 0461 14 68 33 41
VHS Schleswig »
Frau Widdel
Königstraße 30
24837 Schleswig
Telefon: 04621 96620