Bernama amadekirina xwendina zaningehê û pêxistina (entegrasyona) penaberan (ProRef) li Zaningeha (Ûnîversîta) Ewrûpa - Flensburg / Programm zur Studienvorbereitung und -integration von Geflüchteten (ProRef) der Europa-Universität Flensburg
Bi „bernama amadekirina xwendina zaningehê û pêxistina (entegrasyona) penaberan“ (ProRef) Zaningeha Ewrûpa-Flensburg’ê (EUF) alîkarîya penaberên ku eleqedarê xwendina zaningehêne, di amadakirina bi ziman, rêbazî û çandî ji bo xwendina zaningehê û di pêxistina (entegrasyona) pergala (sîstema) zaningeha Alman, nava karkiriné û cîwakêde, dikê.
Nava pêkhateyên bernama ProRef de ev hene:
- Bi zanistyarî (akademik) bi armanca kursên zimanê Almanî û Îngîlîzî li astên B2-C1/C1-C2
- Ezmûnên (îmtîhanên) ziman (Almanî/Înîgîlizî)
- Bi rêbazî (metodî) û bi çandî serata kursan
- Şêwirmendîya xwendina zaningehê, ya pîşeyî û sosyalî
- Alîkarîya ji bo lêgerîna xanî, xwestekarîyê xwendina zaningehê û dayîna daxwaznama jibo BAföG’ê
- Rewşa gûhdarvanên mêvan: Bikaranîna binesazîya zaningehê ya bêpere û mêvandarîya di ders û semînerên zaningehê de
- Xebatên ciwaki-çandi û CampusFRIENDS
Bername yeksalî her sal meha tirmehê de ji alîyê Eyaleta Schleswig-Holstein‘ê û ji alîyê DAAD bi amûrên Wezareta Federal ya Perwerdeyî û Lêkolînê tê piştevanî (teşwîk) kirin.
Pêkhatina Bernamê
Dibistane Havînê I
Bernama ProRef meha tîrmehê bi Dibistana Havînê I destpêdikê. Ev ji bejdarvanan re derfetê pêşkêş dike ku, da zanyarîya zimanê xwe yê Almanî an jî Îngîlîzîye di asta B1 nû bikin. Ji xeyrî vê jî serata kursa çanda zanistyarî (akademik) li Almanye tê rêvebirin.
Pêvajoya kursa ziman ya bi lezgîni
Di meha îlonêde demê kursa bi lezgîni ya heşt mehanî destpêdikê. Kursên Almanî û yên Îngîlîzî di asta B2-C1 û C1-C2 ji bo xwendina li hemû şaxên zaningehê de derfet bi zimanê Almanî, Îngîlîzî an jî bi duzimanî li Zaningeha Ewropa li Flensburg’ê (EUF), her ûsa di Dibistanên Bilind yên din de jî, didê.
Şert
1. Sedemîya penaberîyê
2. Mafdarîya têkeftina zaningehêde (HZB)
3. Zanyarîya zimanê Almanî bi B1 an jî B2 û Îngîlîzî bi B1
4. Peywendîya ji xwendevanîyek li Zaningehê
Çarçova Şertan
Ji bo bejdarbûna bernamê û ezmûnê (îmtîhanê) û pewîstîyên (Material) dersê ti bac (xerc) dernakevin!
Lêçûnên (mesrefên) rê
Ji bo bejdarvanan ji navça Schleswig-Flensburg: Kiryara bilêta nivsalê ya erzan jibo seransera Eyaletê di nivsala peyîza 2020/21 û ya nivsala bahara de hatîye daxwazkirin.
Wekî din dibé ku lêçûn (mesref) ji alîyê rêvebira navçê werin dayîn.
Debarê Jîyanê
Gora rewşa rûniştinê standina alîkarîyê gora zagona (qanûna) penaberan (AsylbLG) an jî gora zagona sosyal (SGB) II/XII pêkane ye (mimkine).
Hûn agahîyê zêdetir di malpera bernama Pro Ref dibînîn.
Gava pirsên we hebin, serî li vir bidin:
Herr Dr. Thomas Duttle »
Europa-Universität Flensburg
Gebäude VIL 2 | Raum 207
Auf dem Campus 1
24943 Flensburg
Telefon: +49 461 805 2662