Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz
Suche

Bicihbûn, Lêman / Wohnen

Lêgerîna Xanî, Mal / Wohnungssuche

Eger hûn li Xanî an Şiqekê digerin, Internet Yekem Xala destpêkî ye. Danerên ko evî Karî dikin di Navgîniyê de ji bo Mal û Xaniyan şereza ne. Gelek Rojname jî Reklamên Xaniyan û herwesa di Internetê de li ser Malperên xwe diweşînin. Ji bilî Reklamên ji bo peydakirina Xaniyan hûn dikarin di Çapemeniya Herêmî de bibînin. Herweha Mirov dikare Agahiyên li ser Bingehên ko Mala didin kirê li nêzîk bibîne û serdana wan bikin. Li vir gelek caran rasterast Xaniyan ji bo kirê nadin. Eger li evê derê çi Malên vala nebûn hûn dikarin li vir têkeliyên zêdetir bibînin. Xaniyên ko Armanca we ne, Pêşnima wan bidest bixin. Nûner an Bingehên ko Mala didin kirê jî hene ko bi Pere evî Karî dikin.


Bingehên evî Karî dikin, herî zêde dikarin kiriya du Mehan ji bo peydakirina Malê ji we bistînin. Têkelî bi Kesên ko li Deverê Xaniyan didin kirê hûn dikarin di Deftera Telefonan de an jî di Internetê de bibînin.

 

Peywendî bi Navend an Nûnerên ko Xaniyan didin kirê / Kontaktaufnahme mit dem Anbieter

We Xaniyekî guncaw ji xwe re dîtiye, gerek bi lez bi E-Mail an Telefonê têkiliyê bi Pêşkêşker an Xwediyê Malê re danin ji ber ko Xanî bi lez ji destê Mirov diçin.

Piştgiriya Dewletê-Belgeya Mafê Xanî Staatliche Unterstützung- Wohnberechtigungsschein

Hinek Xanî (Xaniyên Sosyalê ), ko bi piştgiriya Dewletê tên kirêkirin, ev Xanî ji aliyê Rêveberiya Xaniyan ji bo Komên armanckirî tên kirêkirin. Ji bo ko hûn bikarin Xaniyekî wisa kirê bikin pêdiviya we bi Belgeya Mafê Xanî heye. Eger Debara te li jêr Sînorê diyarkirî ye, tu dikarî daxwaznameya Belgeya Mafê Xanî ji Rêveberiya Xaniyan ya Herêmî bikî. Ji bo nimûne, Dê û Bav yên bi tena xwe, Malbatên ko gelek Zarokên wan hene, Pîr û Kal an Kesên Seqet ev Maf ji bo Belgeya Mafê Xanî heye. Tevî ko Destûra Biryarê di Destê Xwediyê Malê de ye, eger Peymana Kirê ji aliyê Rêveberiya Xaniyan pêk bîne.


Agahiyên bêtir li ser Belgeya Mafê Xanî ji bo Devera Schleswig-Flensburg, hûn dikarin di evê  Lînkê de bibînin. Agahiyên li ser kirêya Xanî me ji bo we li jêr Xala alîkariya Civakî dabîn kiriye.

Peymana Kirêkirinê / Mietvertrag

Heger tu di Xaniyekî bi kirê de dijî, te Peymana Kirê bi Xwediyê Xanî re girêdaye. Ev Belgeyeke pirr girîng e, hûragahiyên kirêkirinê rêkdixe ko ji bo we û Xwediyê Xaniyê we gerek e.


Beriya îmzekirinê Peymana Xanî bi diristî bixwîne. Bi piranî Peyman Xanî bi nivîsandin tê encamdan. Lê belê, ew jî dikarin bi devkî li hev bên.

Beriya îmzekirina Peymanê agahdar be li ser:

• Çendeka Kirê

• Çendeka bilindahiya Mesrefa Avahî (di nav wan de Perê germkirinê)

• Çendeka perê ji bo Bîma Xanî (Kaution)

• Şert û Mercên Nûner, eger Xanî ji aliyê Nûnerên Bingehê Xaniyan ve dabine kirê

• Berdewamiya Peymana kirêkirinê

• Têkbirina/bi derengî xistina Peymanê (Kündigungsfristen)

• Mîna berê lê kirina Xanî (restorekirin)


Herweha ligel Peymana kirêkirinê Pêşdema ketina Xanî de, Peymana wergirtina Xanî tê nivîsandin. Ev gerekî ji aliyê we bête îmze kirin. Bi îmzekirinê, hûn bi Rewşa niha ya Xaniyê kirêkirî li hev dikin. Rapora li ser Xanî bi diristî bixwînin û hemû Hûragahiyan kontrol bikin. Ji bo Ziyanên ko di Peymanê de nehatibin nivîsandin dibe Xwedanê Xanî te wek berpirsyar bibîne.

Dabîn an Bîma Xanî Die Kaution

Dabînkirina Xanî ya ko Xwediyê Malê di dema Îmzakirina Peymana Kirê dixwaze, dibe Diravê dayî ji bo Bîma Xanî li dev Xwediyê Malê bimîne ger Rewşa Xanî hatibe têkdan û xirabkirin an kirê nehatiba dayîn. Perê ji bo Bîma Xanî tê terxankirin dikare bi kêmanî ko ji Kiriya Sê Mehan pêk tê, be. Çendeka sê Mehan ji kirêya Bingehîn (bê mesrefên zêde) be.

Kirêya Mehane û Xerckirinên Bingehîn(Ava ji mal derdikeve, Gilêş h.d) / Kaltmiete und Betriebskosten

Li rex Kirê ya ji bo Xanî (Kirêya Sar), herwesa Mesrefên Bingehîn yên tên binavkirin (Nebenkosten) tên dayîn.

Di nava van de Xerciyên ji bo germkirinê û Avê, Rijav û Mesrefên din jî yên wek Paqijkirin, paqijkirina Pêpelokan û Hostê ko Karûbarên Xanî dike. Bi giştî Mehane ev Pere tê dayîn.


Salê carekê ev Pere ji Kirêdarî tê xwestin. Hisabê ko hatiye dayin gerek ji aliyê we ve bête kontrol kirin.

 

Rêxistina Malê  Hausordnung

Ji Xwediyê Xanî ligel Peymana Kirêkirinê, hûn dê Belgeyekê li ser Rêkxistin û Bingehên Malê bistînin. Ev Bingeha rêkxistina Pêkvejiyanê tevayî hemû Niştecihên ko di Avahiyê de dijîn, dike. Bi îmzekirina Peymana kirêkirinê hûn li ser Bingehên lihevkirinê razî ne.


Aramiya Şevê ji aliyê Yasayên Rêkxistina Malê ji Demjimêr 22 heta 6ê Spêdê ye.

 

 

Mafên Kirêdariyê Mietrecht

Weke Kirêdar Erkên te yên taybet hene, weke dayîna Kirê an Pîtepêdan bi Bingehên Malê. Di heman Demê de jî Mafên te hene ko wek Kirêdar bikar bînî. Wek Nimûne tamîrkirinên cuda yên kO bi piranî ji aliyê Xwedanê Malê tên lidarxistin.


Ger Pirsên te li ser Yasayên Kirêdariyê hene tu dikarî têkeliyan bi Navenda Şîretdanê li Herêma xwe dane. Şêwirdarî caran bi Pere ye. Tu dikarî pêşwext li ser Çendeka Xerckirinê Agahiyan bistînî.

 

 

Barkirin, Guhertina Navûnîşan Umzug, Adressenänderung

Heke we bar kir û hûn bûn xwedî Navûnîşaneke nû, divê hûn li ser guhertina Navûnîşana xwe û nivîsîna Navûnîşana nû seredana Rêveberiya Nifûs/Serjimirê (Meldebörde) li Bajarê xwe bikin û wan ji guhartina Navnîşanan Agahdar bikin.


Hûn dê ji Nifûsê Belgenameyeka hatiye nivîsîn, bistînin. Hûn dikarin evê Belgenamê li Cihên pêdivî ji bo Agahdarkirina guhertina Navnîşanan bikar bînin wek: Bank, Sîgort/Bîme û Saziyên din.

Veqetandina Gilêsê li Elmanyayê / Mülltrennung in Deutschland

Gilêş/ Gemar li Elmanyayê li gora cûreyên wan ji hev cuda tên avêtin. Çend Cûreyên têvel hene ji bo hinek Berhemên li gor Awa û Reng hatine damezirandin.

• Kaxez û Karton = Sîtil/Dewilka Şîn an Kesk

• Gilêşê Zindewarî (Gilêşên Fêkî û Keskatî) = Setil/Dewilka Qehweyî

• Pakêtên ji Plastîk û Asin = Setil/Dewilka Zer an di Kîsên Zer de

• Gilêşên mayîn = Setil/Dewilka Gewr an Reş.

Ligel evê Ferax an Barhilgirên taybet ji bo Cureyên din yên Gilêşî hene wek: Cam, Cilên Kevn, Gilêşên din.

Bas Seqa an Hewayê hindir guhartin / Richtig lüften

Çima divê em bi başî Bayê hindir biguherin?

Eger Bayê hindir neyê guhartin, gelek zû di hindirê Xanî de li rex Derî û Penceran, bi Banî ve Nem bi xwe digire. Li Cihên şil an Nem Deqên reş çêdibin û Avahî vedigirin û dibine egera reşî an kîvkûyîbûna Avahiyê. Ev reşatiya di Xanî de û em li evî Xanî Hewayê dikêşînin hindirê xwe ko dibe egerên Nexweşiyên giran yên Pişikê.

Çawa dibe ko Nem an Deqên reş di Avahiyekê de peyda bibin?

Hewayê sar dikare Avê kêmtir ji Hewayê germ tomar bike.

Di Avahiyan de Cihên şil (nem / hêtî) çawa pêk tên?

Seqayê sar ji yê germ kêmtir Xunavê bi xwe digire. Ba bi Keldûmana (hulma) germ dagirtî (dişê / dikare) li cihê hênik ê malê wek şilahî darive rûne. Li evî cihî Deqên reş çêdibin.

Ji kû derê ev Nem/Şilî tê.  

Di her Malekê de Pijîn tête kirin, Serşûştin, Pêşgîr, Destmal şil dibin, Makîneya Cilşûştinê tê bikaranîn, heta Hewayê ko em dikêşînin yanî Hilma Mirov bêtire ji Hewayê ko ji Devê Mirov derdikeve bi nem e. Her Mirovek rojane Lîtr û nîv yên Avê di Rêya bêhinberdanê de ji Devê xwe derdixe. Ev Tişt hemû Hilmê an Keldûmanê di Bayî de çêdikin.

Em çawa şilî an nema di Avahiyekê de Kontrol bikin ko nebine Egerên Deqên reş yên ko di Xaniyekî de sedemê Nexweşiyê ne?

Seqayê sar ji yê germ kêmtir Xunavê bi xwe ve digire.

Ji ber vê yekê, divê bi berdewamî Demekê ji bo sexberiyê bête dabînkirin. Ko di Avahiyekê de Hewayê germ bi yê sar bête guhartin(bi vekirina Derî û Penceran) û bi evî Awayî Seqayê nava Xanî bê guhartin. Bi Dîmenekê Xeyalî ko bête berpêş kirin, bi guherîna Hewayê Malê yek heta du Satilên Avê bi Hewayê germ yê di nava Malê de ji Nava Avahî tê veguhastin. Li beramber Hewayê li Derve yê sar derbasî hindir dibe. Hewayê teze yê Derve Nema kêmtir heye û Aveka kêmtir. Di Malê de Hewayê sartir bi germa Dîwaran, Navmalî, Alavên Elektronîk û Mirovan hêdî hêdî germ dibe. Hewayê germ bûyî dîsa dikare Nemê di xwe de bihewîne. Ger em Hewayê Malê biguherin, dikare dîsa „Êkdu Satilên Avê bo Derve bên derxistin. Bi evî Awayî bi têra xwe nava Malê, Ban û Dîwar hişik dimînin û Cih an Deqên reş di Avahiyê de çênabin an dernakevin.

Çewa bi diristî Bayî biguherin?

Em divê her 4 Demjimêran Hewayê hindir biguherin. Divê Pencere bi tekûzî bên vekirin. Di gelek Joran/Ode de bi hev re Derî û Pencere bên vekirin. Piştî 5 heta 10 Xulekan, Hewayê germ û bi nem dijî Hewayê sar û hişk bête guhartin. Bi evî Awayî Nemahî ji Malê derdikeve.

Berevajî guhertina Hewa bi berdewamî, ko Hewa di Malê de bi diristî neyê germkirin di hêla Pencereyên vekirî de Cih an Deqên bi Nem di Dîwaran de bêtir ji Cihên din di Malê de peyda dibin. Serma bi zehmet dikare Hewayê germ ko Nemiyeka kêmtir bi giştî bi xwe bigire çêbike.

Di heman Demê de ko Nem li wir e, li ser Cihên sartir li Derve li ser Pencere û Banî Dîwarên li Derve, Nemiyê û Deqên reş çêdike/ peyda dike!

Berî Raketinê, Hewa gerekî bi baş bête guhartin. Bi Şev Pencereyên vekirî bi evê wateyê ye ko Hilma şil ne bi tenê li ser Cihên bi Nem yên Pencereyan de belko di heman Demê de jî xuya dike çewa Tiştên Navmalê Rewşeka nimûne ji bo Jiyanê vedike. Bi berdewamî Hewayê Hindir biguherin. Piştî hingê bo 4 Demjimêran Penceran bigirin û paşê dîsa Hewa biguherin. Di rojê de 4 Caran Hewayê Malê biguherin.


Bi berdewamî Hewa guhartin metirsiya li ser Tenduristiyê heye.

Şîretên giştî bi gelek Zimanan li ser Xanî (Hewa guhartin, germkirin, veqetandina Gilêşê ji hev, û h.d.) hûn dikarin li vir bibînin.