Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Agahî li ser derbasbûna Bazara Kar ji bo Penaberan / Zugang zum Arbeitsmarkt für Flüchtlinge

Derfeta kar ji bo penaberan

Derfeta kar ji bo penaberan bi rewş û berdewamiya destûra rûniştina wan re girêdayî ye.

Wichtig

Ji bo daxwazkarê penaberîyê (daxwaznamek ji bo mafê penaberiyê hatîye dayîn) û kesên hatine helgîre (hîştin) kirin (daxwaznama ji bo mafê penaberiyê hatîye redkirin) di sê mehên despêka rûniştinê de, karkirin qedexe ye.

Ji meha çaremîn pê de daîra bîyaniyan (Ausländerbehörde) dikare li ser daxwaznameyê destûrek ji bo karekî şênber (konkret) bide (berçavkirina şert û mercên kar).

Heke daxwaznameya pênaberiyê piştî 31.08.2015 yê hatibe dayin, ji daxwazkarên pênaberiyê û kesên hatine helgîre (hîştin), yên ji welatên ewle hatine (ev welat niha ev in: Albania, Bosna û Herzegovîna (Seraybosna), Ghana, Kosova, Makedonyaya Bakûr, Montenegro, Senegal, Sirbistan)) di dema tevahiya rûniştina kesên wek daxwazkarên pênaberiyê, an jî kesên hatine helgîre kirin, destûr nayê dayin ku ew bixebitin.

Wichtig klein

Ji bo naskirina kar bejdarbûna wek mêvan di cîhén kar de pêkane ye (mimkine), lê belê ji bo vê qayîlbûna daîra Federal ya kar (Bundesagentur für Arbeit) û destûra daîra bîyaniyan (Ausländerbehörde) pêwîst e.

Ji bo staja li ser rêpêşkirina (praktika) pîşeyî û rêpêşkirina alîkariya perwerdeyî qayîlbûna daîra bîyaniyan (Ausländerbehörde) pêwîst e.

Navenda navbeynkariya derveyî welat û ya pisporî ya daira Federal ji bo kar (Zentrale Auslands- und Fachvermittlung - ZAV) li ser şert û mercên standina li kar û staja li Almanyayê agahiyan dide. Ji bilî vê jî di hin rewşan de li ser vê daxwazîyê qayilbûnekê an jî redkirinekê dide.

Hûn agahiyên zêdetir di www.zav.de de dibînin.

Wichtig klein

Heke hûn wekî penaber, wek xwedi mafê penaberîyê, an jî wek mafdarê parastina insanî hatibîn naskirin, hûn dikarîn bê sinor derfeta karkirinê werbigirin û bi vî rengî hûn wek hemwelatîyên Alman dibin xwediyê heman mafan.

Hûn li vir daxwaznama li ser destûra kar dibînîn. Vê daxwaznamê bidin daîra bîyaniya (Ausländerbehörde). Hûn agahdarîyên din li ser derfeta tora karkirina (Netzwerk) fîrma ku penaberan pêxistin (entegre) dikin, di Grafîka 2. de dibînîn:

Daxûyanîya li ser rewşa pêvendîya karNUiF_kî-dikarê-kar bikê-Infografik_18-02-2020_WEBPDF, 130 kB