Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Mafê Kar: Demên Kar, Vehêsan, Nexwesî û Jikarderxistin / Arbeitszeit, Urlaub, Krankheit, Kündigung

Demên Kar / Arbeitszeit

Demên Kar ta wekû Demên bêhnvedana Karker û Karmendî bi Yasa Demên Kar tête rêkxistin.

Kesên ko Karekî bi Demê Karê tije(Vollzeit) divê ji 37,5 ta 40 Demjimêran di Hefteyê de Kar bikin.

Herwesa derfet hene ko Mirov Karekî Demkurt (Teilzeit)de kar bike. Divê çarçoveyê de Demê Karê Heftane bi Yasayê hatiye sînorkirin bi 48 Demjimêran. Bi Piranî Kar ji Rojên Duşemê heta Înê tên kirin, lê Yasa rê dide ko di hemû Rojên Kar yên Hefteyê de (Duşemê heta Şemî) û di hemû Demên Rojê de wek şîftên şev.

Di gelek waran de, bo nimûne, Tenduristî, Geşt û guzar dibe Kar li Rojên Yekşem û Cejnan de jî bên kirin.


Wichtig klein

Yasa Demên Kar ewlekarî û Tenduristiya Karkeran misoger dike. Li gor vê Yasayê Karkerê ji Şeş Demjimêran bêtir kar bike, Mafê wî di bêhinvedaneke 30 xulekan de heye, eger demê Kar gehişt 9 Demjimêran, Demê bêhinvedanê ji bo 45 Xulekan dirêj dibe.

 

Vehêsan / Urlaub

Her Karkerekî maf heye di Vehêsanê de! ev li pey Yasa Vehêsana,,Bundesurlaubsgesetz (BurlG) ye. Piştî Şeş Mehan ji karkirinê di Karekî nû de, Ji mafê Yasayê Karkerê ko daxwaza Vehêsanê bike. Kesên ko pênc an şeş Rojan di Hefteyê de kar dikin, mafê wan di 4 Hefteyên Vehêsanê de heye, Yasa Vehêsanê, 24 Rojên Kar destnîşan dike, lê belê Roja şemî jî pêra wek Roja Kar dihejimêre. Bi evî rengî Karkerî maf di 20 Rojên Vehêsanê de heye.

Nexweşî / Krankheit

Kesê nexweş be û nikaribe Kar bike, divê xwediyê Kar bi zûtirîn dem Agahdar bike. Bi derengî ve Roja Çaran piştî ne amadebûnê divê Belgeya Doktor (Attest, Arbeitsunfähigkeitsbescheinigung) bête pêşkêş kirin.

Di dema Nexweşiyên ko dema wan heta şeş Hefteyan dirêj dibe, Xwedî kar Mûçeyê Karkerî bi temamî dide. Piştî şeş Hefteyan ji Nexweşiyê Perê Nexweşiyê(Krankengeld) ko dike 75% ji Mûçe ji aliyê Kasa Nexweşan (Krankenkasse) wê bête dayîn.

Kesên ko Bîma nexweşiyê ya Taybet heye divê pirsyara Kasa Nexweşiya xwe bike.

Wichtig klein

Pêzanînên li ser Nexweşiya we pêdivî nake ji Xwedî kar re bêjin.

 



Ji Karderxistin / Kündigung

Li pey Yasayê Xwediyê Kar û Karkerî jî maf hene ko Peymana Kar betal bikin. Di herdu rewşan de , divê bi nîvîskî bête bidawî anîn. Şert û mercên bi dûmahîkirina Peymana Kar li pey Rêbazên Yasa Hevwelatiyan tên bi berçav xistin.

Li cihekê Kar çendî dema karkirinê dirêj be, wê sînorê dema betalkirinê dirêj be, dema xwediyê Kar Peymana Kar bi dawî bîne.

Karker berevajî Xwedîkar, piştî derbasbûna dema (Probezeit) li pey Yasaya Peymana Kar bi dawî bîne bi demek sînorkirî ji 4 Hefteyan ji despêka Mehê an jî ji 15 Mehê, bêyî ko li dema Kar bête nêrîn.

Ji bo Jinên ducanî, Dayikan û Endamên şêwira Şirketê (Betriebsratsmitglieder) şertên taybet hene ji bo bidawî anîna Peymana Kar.

Pêzanînên bêtir li ser Yasa Kar li ser Malpera Wezareta Kar û Civak www.bmas.de bibînin.