Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz
Suche

Dahatî (Mûçeya herî kêm) û Bac / Einkommen (Mindestlohn) und Steuern

Dahatî ko tê binavkirin Muçe, Heqdest, Dabînkirin, Xelat (Gehalt, Lohn, Vergütung, Entgelt) parçeka Peymana Kar e. Di daxwaza Kar de pêzanîn li ser Mûçe tên nivîsîn. Her yek li gor cûrê Kar Mûçe werdigire.

Pêkhatiyên din yên Kar, Peymana daxuyakirina Mûçe (Tarifvertrag) pêk tên ji Perê Vehêsanê (Urlaubsgeld) û Xelata Krîstmesê (Cejna jidayikbûna Îsayê Mesîh).

Pêkhatiyên din yên Dahatî dibe ko bikaranîna Trimpêleka Kar be. Telefon an Laptop, ko dibe bi awayek taybet jî bête bikaranîn. Di hemandemê de bi Mûçeyên Şîrketan jî şert û mercên taybet ji bo Bîma, wek Bîma tenduristiyê an jî Bîma Jiyanê be.

Muçeyê herî kêm / Mindeslohn

Piştî bi cihînana Yasa Muçeyê Kar yê herî kêm li 01.01.2015, li Elmanyayê ji bo Karkeran Mûçe divê bi kêmasî 8.5€ Brutto be di Demjimêrekê de.

Muçeya herî kêm ji bo hemû Karkerên li ser 18 Salan de di hemû waran de, heta 2017an hê awarte hene:

  • Karkerên di bin 18 Salî de, bêyî ko Bawernameya xilaskirina Pîşê hebe
  • Demeke dirêj bêkare
  • Yên bê beramber û bi dilxwazî alîkariyê dikin
  • Xwendekarên li Perwerdeya Pîşeyî de
  • Kesên Praktîkant ko bi dilxwaziya xwe û bo demekê kêmtir ji 3 Mehan Praktîkê dikin.

Ji 01.01.2017 di hemû waran de wê Mûçeyê herî kêm 8.5€ be.

Bac / Steuern

Li Elmanyayê Bac li ser Dahatî tête wergirtin. Ji bo Karkerekî/, her Meh Muçeyê xwerû(Netto) heye. Karker Mehane Muçeyê xwerû li ser hisabê Banka xwe werdigirin. Ji Mûçeyê giştî ya wan evên Perên jêrê tên Birîn:

  • Bîmeya Malnişînî (Rentenversicherung)
  • Bîmeya Nexweşiyê (Krankenversicherung)
  • Bîmeya Bêkariyê (Arbeitslosenversicherung)
  • Bîmeya lênêhrînê/sereguhî (Pflegeversicherung)
  • Baca Dahatî (Lohnsteuer)
  • Baca Hevkariyê (Solidaritätszuschlag)
  • Baca Dêrê (Eventuell Kirchensteuer)

Dahatî çi qas bêtir be wê Bac jî bêtir be. Karsaz û Xwedîkar divê bi xwe Baca Dahatiya xwe li dev Finanzamt bide.


Wichtig klein

Li Elmanyayê şeş Pileyên Bacê hene, ko Rêbaza berziya Bacê diyar dikin.

Pêzanînên bêtir li ser Yasa Kar li ser Malpera Wezareta Darayî www.bundesfinanzministerium.de li jêr babetê Service /Glossar bibînin.