Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Yasa Koçberan û Mafê Akincîbûnê / Aufenthalt und Ausländerrecht

Dema Cihê Akincîbûna te li Elmanyayê be yan tu wek Koçber derbasî Elmanyayê bibî, rRêbazên Mafê rûniştinê bi taybetî ji bo we girîng in. Birêveberiya Karûbarên Biyaniyan yên Rêveberiya Deverê ji bo hemû Karûbarên Akincîbûnê herwesa ji bo destûrdana Kar bi Daxwazvanên Mafê Koçberiyê û Akincîbûnê berpirsiyar e.

Ji bo pirsên li ser destûra rûniştina te, destûr bo Kar an jî Yasa Biyaniyan peywendiyê bi Birêveberiya Karûbarên Biyaniyan ya Deverê re bike.

Kreis Schleswig-Flensburg/
Kreisverwaltung

Flensburger Straße 7
24837 Schleswig


Birêveberiya Karûbarên Biyaniyan bi Rojên diyarbûyî: Duşem, Çarşem û Înê bi sozdanê kar dike. Rojên Sêşemê Birêveberiya Karûbarên Biyaniyan girtiye. Tu dikarî Roja Pêncşemê bê soz serdana Birêveberiya Karûbarên Biyaniyan ji bo dirêjkirina destûra mayîna xwe bikî. Li Rojên din hêvîdar in bi Telefonê Civanek ji Karmendê Berpirs werbigirî.

Herwesa dikarî alîkariyê ji Navendên Şêwirdariya Koçberan yan ji Dezgeha Şêwirdariya Koçberan ji bo Ciwanên girêdayî Birêveberiya Devera Schleswig/Flensburg bixwazî.

Zuständigkeiten in der Ausländerbehörde (XLSX, 14 KB)

Pêvajoya Penaberîyê / Das Asylverfahren

BAMF


© BAMF

Pêvajoya penaberîyê di grafîkek ya BAMF’ê de tê daxûyankirin. Hûn li vir di gelek zimanan de digîhjîn vê grafîkê: Meşandîya pêvajoyek ya penaberîyê (di zimanên cûdan de)

Hûn agahdarîyên din li ser gûhdarîyê (ifade dayînê) li vir dibînîn.

Rûpelên agahdarîya li ser gûhdarîyê di gelek zimanan de

Sazîya ji bo şêwirmendîya penaberan ya li Schleswig-Holstein e.V. destdayînek ya âlîkarîyê ji bo Afganîyan di zimanên Almanî û Darî derxistîye. Li vir pêvajôya penaberîyê û derfetên sağlamkirina rûniştinê (îkamê) ji dervê pêvajoya tê daxûyan kirin. (Demê hatîye çapkirin: Adar 2017)

Hûn agahîyên nû li ser pêvajoya penaberîyê di gelek zimanan de di malpera BAMF’de peyda dikîn. Hûn van Vîdyoyên  di zimanê xwe yê zikmaki de temaşe bikin.