Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Zagona (qanûna) koçberîya xebatkarên pispor / Fachkräfteeinwanderungsgesetz

Zagona (qanûna) koçberîya xebatkarên pispor

Ji 1-ê Adarê 2020 pêve zagona (qanûna) koçberîya karmendên pispor bi bandor bîye. Ev zagon (qanûn) qada karkirina li Almanye ji hemû karmendên pispor, yên ji welatên bîyanî, ango fêrber (Akademisvan) û kesên xwedîyê perwerda pîşeyî, vedikê.

Karmendên ppispor, yên ne ji Welatên Yekîtîya Ewropa’yê ne, heya nûha dikarîna tene bi perwerda zanistyarî (Akademîk) bê sinor bikevin qada karde. Di pêşerojêde karmendên pispor jî dikarin bi zanyarîyek pîşeyîya bîyanî, di hemû pîşeyande ji bo karkirinê wîzekê, an jî destûrek ya rûniştinê bistînin. Di naverûka vê de hêdî sinorkirina tengavîyê tune. Bi vî awayî nava karkirinê Almanye ne tene ji bo akademîsvanan bi tevayî vekirîye, heman ji bo kesên bi perwerda pîşeyê, ya ku hatî naskirin, ji vekirîye.

Ji bo mirov bikârê demek dirêj li Almanyê bimînê, pêwîste ku ji bo karmendê zanyarî pêşnîyarek şênber (konkret), ya cîhê kar werê pêşkeş kirin. Ji xeyrî vê jî pêwîste pêşîyanîya zanyarî ya xebata zanistî hatibê naskirin. Ji bo karmendên pispor ti berçavkirina pêşanî nayê pêk anîn. Lê belê dibê ku ev di rewşik ya xirabûna kar de bi demek kurt disa werê pêk anîn.

Wek din jî ev zagona (qanûna) nû ji bo hatina vir ji bo şeş mehan ji lê gerîna cîhê kar û perwerdeyîyê derfetê didé. Şertê vê ewe ku, karmendê zanyarî zirûfek ya hatîye naskirin, zanîstîya pêwîst ya zimanê Almanî (herî hindik di asta B1 ya ziman) û debarê jîyanê bi mîsogerîyê îspat bikê. Di demê lêgerînê de dikarê karek yê ceribandinê heftîyê heya deh seeta di demê pîşeya pêjde werê pêkanîn. Bi vî rengî wekî mînak rêpêşkirin (praktika) li gel kardanekê pêkane ye (mimkîne). Karmendên pispor, yên xwedîyê perverda zaningehê ne, dikarin wek heya nûha, ji bo şeş mehan werin vir. Ew di pêşerojêde jî dikarin karek yê caribandinê heftîyê heya deh seetan di demê pîşeya pêjde pêk bînin. Ne pêwîste ku ev zanistîya ziman ya bi teybet rêdan (îspat) bikin.

Hûn agahdarîyên din li ser zagonê (qanûnê) di malpara Wezîrê Federal ji bo Kar û Sosyalî di zimanê Îngilizî de jî dibînîn.

Hûn di Videoya daxûyanîya Make it in Germany di malpera zagona koçberîya karmendên pispor ji bo Almanye, dibînin, bi hêsanî tê daxûyan kirin.

Hûn dikarîn di lêgerîna kar û perwerdeyîyê ji dervê welat alîkarîya van sazîyên bikîn:

Make it in Germany

Make it in Germany: Malpera agahdarîyên Komara Federal ji bo karmendên pispor ji dervê welat

Agentur für Arbeit

Xizmeta karmendên bakur ya daira Federal ji bo kar.