Bank û Dabînkirin (Bîm) / Banken und Versicherungen
Girokonto (Hisabê Bankê û rêzika guhastina jimarê di navbera Bankan de)
Li Elmanyayê gelek dayinên Peran bi Rêya Girokonto tên encamdan. Girokonto, Hisabekî Bankê ye ji bo wergirtin û dayîna Pereyan ko ji aliyê Bankê ve tête birêve birin. Wergirtin û dayîna Pereyan di evî Hisabî da tên encamdan. Ji evî Hisabî herwesa mirov Fatûreyên Kirê, Elektirîk, Gerimkirina Malê, Bîma ko Mehane derdikevin holê tên dayîn. Ger Fatûreyên Mehane wek hev bimînin Mirov dikare bi Bankê re Dauerauftrag (daxwaza berdewamiyê) saz bike. Dauerauftrag ji bo dayîna fatûreyên Mehane yên wek Kirê bi awayê jixweber (otomatîk) ji aliyê Bankê ve tête bikaranîn.
Şert û Mercên Bankan ji hev cuda ne. Mirov dikare ji xwe re Bankekê hilbijêre li gora şert û Merc û Bihyê Hisab. Bihyê Hisabê Mehane ji aliyê Bankê ve tête wergirtin. Herwesa Hisabçêkirin herdem ne bêpere ye.
Derfeta deynkirinê / Dispositionskredit "Dispo"
Dema Mirov Girokonto vediket gelek caran pêra ji aliyê Bankê ve Dispo an Pere deynkirin tê dayîn. Dispo ew deynê ko Mirov dikare ji Hisabê xwe werbigire bê ko Pere di Hisab de hebin bi wateya li jêr zîro. Perê Dispo û şert û mercên bikaranînê ji aliyê Bankê ve tên diyar kirin, herwesa Bank qazanceke pir zêde ji bo bikaranîna Dispo werdigire.
Deynên kesayetî / Privatkredit
Bank Deynekî taybet ji bo hin Karên taybet pêşkêş dike. Ji bo Perê bideyndayî, wek Deynên Dispo ko rêjeya sûdeya wan bilind e. Têgeha ko girêdayî çendîniya deyn û bilindahiya ji Rêjeya Mehane be.
Bi Bankên cuda re ji bo Şert û Mercên deynkirinê lêpirsînê bike, da ko Pêşniyazeka tekez werbigirî û da ko hûn ji bin barê Aboriya mehane derkevin.
Dema tu nikarî Perê ko te bi deyn rakiriye bidî, pirsiyara şêwirdariya Deynan li Devera xwe bike. Şêwirdariya Deynan/ Schuldnerberatung li Devera Schleswig-Flensburg hûn dikarin li ser Malpera Internêtê ya peyda bikin.
Ewlekariya Sosyalê ya Yasayî / Gesetzliche Sozialversicherung
Dabînkirina Civakî ya Yasayî li Elmanyayê Saziyeke girîng ji bo parastina Civakî ye û parastina aborî pêşkêş dike. Di dema Nexweşiyê, bêkarî û di Temenê Pîretiyê de, bi vî rengî Jiyana her Kesekî tête dabînkirin heta ko Pereyên Mirovî tune bin jî dibe.
Herkes neçare divê Baca Civakî bide. Nîvê evî Pereyî ji aliyê Xwediyê Kar tête dayîn û nîvê din ji aliyê Karmend bixwe gerek bête dayîn. Ev Pere bi rengekî jixweber ji Mûçe (Bruttolohn) tête birrîn.
Dabînkirin - Bîmeyên Taybet / Private Versicherungen
Li gel Bîmeya Yasayî herwesa gelek cûreyên Bîmeyên Taybet jî hene ko ew jî pir giring in. Bîma Taybet rasterast ji aliyê Mirov ve tête debarkirin û ne wek Bîma Yasayî ko ji aliyê Dewletê ve tête debarkirin. Her Bîmekê Nirxê wê cuda ye û divê tu bixwe bidî.
Berî bijartina Bîmeyeka baş ji bo xwe lêpirsînê li ser bike ka kîjan Bîme ya baş e. Navenda parastina bikarîneran dikare şîretên berfireh li ser Bîmê li we bike. Li cihê ko tu lê dimînî dikarî seredana evê Navendê bikî.