Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz
Suche

Girokonto (Hisabê Bankê û rêzika guhastina jimarê di navbera Bankan de)

Li Elmanyayê gelek dayinên Peran bi Rêya Girokonto tên encamdan. Girokonto, Hisabekî Bankê ye ji bo wergirtin û dayîna Pereyan ko ji aliyê Bankê ve tête birêve birin. Wergirtin û dayîna Pereyan di evî Hisabî da tên encamdan. Ji evî Hisabî herwesa mirov Fatûreyên Kirê, Elektirîk, Gerimkirina Malê, Bîma ko Mehane derdikevin holê tên dayîn. Ger Fatûreyên Mehane wek hev bimînin Mirov dikare bi Bankê re Dauerauftrag (daxwaza berdewamiyê) saz bike. Dauerauftrag ji bo dayîna fatûreyên Mehane yên wek Kirê bi awayê jixweber (otomatîk) ji aliyê Bankê ve tête bikaranîn.


Wichtig klein

Şert û Mercên Bankan ji hev cuda ne. Mirov dikare ji xwe re Bankekê hilbijêre li gora şert û Merc û Bihyê Hisab. Bihyê Hisabê Mehane ji aliyê Bankê ve tête wergirtin. Herwesa Hisabçêkirin herdem ne bêpere ye.