Zum Aktivieren des Google-Übersetzers bitte klicken. Wir möchten darauf hinweisen, dass nach der Aktivierung Daten an Google übermittelt werden.
Mehr Informationen zum Datenschutz

Kreis Schleswig-Flensburg

Kirîn û Parastina Kirîdaran / Einkaufen und Verbraucherschutz

Xwirak an Xwarin/Qût, Alavên paqijkirinê û Kelûpelên ko Rojane tên bikaranîn tu dikarî li Navendên Kirînê û Dikanan an di Internetê de yekser onlayn bikirî. Nirxên Kelûpelan ji Dikanekê bo yeka din cuda ne. Ko ev tişt banedora xwe li ser Rewşa Malbatê dike. Bi vî awayî, Buhayên wan bide berhev û bala xwe bide ser çewaniya Berheman. Erzanbûn ne bi wê Wateyê ye ko herdem ew tişt nebaş e. Çewaniya Kelûpelan di Xwirak/Qût de roleke giring heye.

Dem an Çaxên Kar / Öffnungszeiten

Demên Karkirinê û vekirina Dikanan li Elmanyayê ji hev cuda ne. Bi tenê li Rojên Cejnan de, Dikan girtî dimînin. Hinek Roj ko ne li gor Regezan in, hene. Lê Mirov gerek ji bo van Rojan ji Dikana xwe ra Daxwaznama vekirnê dane. Wek li Rojên Yekşemê.

Bi piranî Dikan di 6 Rojên Hefteyê de heta Demjimêr 20.00 vekirî ne. Dibe ko li Rojên Şemiyê Dikan bo Demekê kurt bên vekirin. Cudabûn di navbera Bajaran û Herêman da heze.

Wichtig klein

Li Devera tu lê dimînî xwe agadarî Demên vekirina Dikanan bike.

Kirîn û Peredan / Einkaufen bezahlen

Tu dikarî Kirînê bi Peretî yan jî bi Karta Bankê bikî, eger te Hisabeka Bankê hebe. Ev Pere Otomatîk ji Hisabî, te tête birîn. Di hinek Dikanan de tu Dikarî Karta Kredîtê bikar bînî. Li her Firoşgehekê Vebijarkên Peredanê li ber Kasê tên encamdan. Tu dikarî Kirînên ko Perekî zêde jê ra pêdivî ye bi Perepêdanê bikirî. Ji bo evî Karî Mirov dikare Deynekî taybet ji Bankê werbigire û bo Kirînê bide. Helbet ev Pere te bi Deyn rakiriye gerek vegerînî. Mirov divê baş li ser şert û mercên Deynkirinê hizirên xwe bike. Eger tu di Tengaviya Darayî de yî gereke bash Hizirên xwe bikî ka di çend Meh an Salan de dikarî evî Pereyî vegerînî an bidî.

Kirîna yekser li ser Internetê / Online einkaufen

Gelek Kelûpelan Mirov dikare di Rêya Internetê de bikire, heta ko Qût/Xwarinên ko digehînin li ber Derê Malê. Li ser Internetê gereke Mirov agadar be û bizane bi kê re danûstandinê dike. Herî baş ew e ko Mirov berî Kirînê Zaniyariyan li ser Çavkaniyên van Şirketan werbigire.

Ji bo Kirîna li ser Internetê bi giştî di cih de Mirov Pereyan nade. Ev Pere paş demekê tên dayîn yan piştî Belgeyeke Hisab ji Mirov re tê û piştî wergirtina Kelûpelan tê dayîn ko Mirov dikare bi Rêya ko ew bi xwe evî Pereyî ji Hisaba Mirov bikêshînin (Lastschrift) bide. Ji mafê Mirov e. Evî Perê ko Fîrma ji Hisabê Mirov dibe berî bi dawîbûna 8 Hefteyan vegerîne. Ji ber vê yekê çi Talûke li ser mirov namîne.

Peymanên ko bi Rêya E-Mail, bi Postê an jî li ser Internetê tên pejirandin hûn dikarin wan di nava 14 Rojan de bê nasandina egeran red bikin. Bi vî Awayî, hûn êdî bi Peymana hatiye girêdan ve ne girêdayî bin.

Wichtig klein

Tu ji Deq/Teksta Peymanê fêm nakî, te pêwîstî bi demeke zêdetir heye ko li ser biramîne, imze neke. Ev hêsantire ji dema ko tu imze bikî û paşî bixwazî jê xelas bibî.

Dema tu Hest bi xapandinê dikî yan bi Awayekî kêm Zaniyariya li ser Kelûpelan werdigirî tu dikarî bi Rêya Dezgeha parastina Karpêker xwe biparêsî. Ji bo alîkariyê têkeliyê bi Navendên Şêwiremendiyê ji bo Koçberan yan bi şêwira Yasaya Fermî bike.

Verbraucherberatung Schleswig-Holstein Beratungsstelle Flensburg

Schiffbrücke 65
24939 Flensburg

Dabînkirin / Garantie

Bi her kirînekê Firoşvan mecbûre Kelûpelan bê kêmasî bide Kirîdar/Xerîdarî. Eger Kirîdar kêmasîyek di Kelûpelan de dît ji Mafê wî ye di du Salan da li Firoşvanî vegerîne. Mirovî ev Maf ji bo kirîna Kelûpelên kevin û yên bikaranî nîn e. Guhartin bê Pakêta Orjînal jî dibe. Lê Fatoreya kirînê divê bête nîşandan, ko bide xuyakirin ka te ew Xirad ji kîjan Bazirganî kirî ne. Guhartina Kelûpelekî bê kêmasî dibe lê di demekê xuyakirî da. Çi Dikan mecbûr nînin Kelûpelan biguherin eger çi kêmasî tê de nebin.