Kirîna yekser li ser Internetê / Online einkaufen
Gelek Kelûpelan Mirov dikare di Rêya Internetê de bikire, heta ko Qût/Xwarinên ko digehînin li ber Derê Malê. Li ser Internetê gereke Mirov agadar be û bizane bi kê re danûstandinê dike. Herî baş ew e ko Mirov berî Kirînê Zaniyariyan li ser Çavkaniyên van Şirketan werbigire.
Ji bo Kirîna li ser Internetê bi giştî di cih de Mirov Pereyan nade. Ev Pere paş demekê tên dayîn yan piştî Belgeyeke Hisab ji Mirov re tê û piştî wergirtina Kelûpelan tê dayîn ko Mirov dikare bi Rêya ko ew bi xwe evî Pereyî ji Hisaba Mirov bikêshînin (Lastschrift) bide. Ji mafê Mirov e. Evî Perê ko Fîrma ji Hisabê Mirov dibe berî bi dawîbûna 8 Hefteyan vegerîne. Ji ber vê yekê çi Talûke li ser mirov namîne.
Peymanên ko bi Rêya E-Mail, bi Postê an jî li ser Internetê tên pejirandin hûn dikarin wan di nava 14 Rojan de bê nasandina egeran red bikin. Bi vî Awayî, hûn êdî bi Peymana hatiye girêdan ve ne girêdayî bin.
Tu ji Deq/Teksta Peymanê fêm nakî, te pêwîstî bi demeke zêdetir heye ko li ser biramîne, imze neke. Ev hêsantire ji dema ko tu imze bikî û paşî bixwazî jê xelas bibî.
Dema tu Hest bi xapandinê dikî yan bi Awayekî kêm Zaniyariya li ser Kelûpelan werdigirî tu dikarî bi Rêya Dezgeha parastina Karpêker xwe biparêsî. Ji bo alîkariyê têkeliyê bi Navendên Şêwiremendiyê ji bo Koçberan yan bi şêwira Yasaya Fermî bike.